Daxuyaniya KCKê ya der barê erdheja 6ê sibatê de

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê qurbaniyên erdheja 6ê sibatê bi bîr anî û diyar kir ku ew êşên gel parve dikin û bi civakê re di nava piştevaniyê de ne.

1 deqe xwendin
Daxuyaniya KCKê ya der barê erdheja 6ê sibatê de

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê got, “Li ser erdheja 6ê sibatê ku bû sedema wêranî û êşek mezin û windabûna bi deh hezaran mirovan, 3 sal derbas bûn. Beriya her tiştî, em sersaxiyê ji bo kesên ku di erdhejê de xizmên xwe winda kirine dixwazin. Her wiha em ji birîndaran re şîfaya lezgîn dixwazin û diyar dikin ku em heman êşa mezin parve dikin.”

Di daxuyaniya KCKê de ev tişt jî hatin gotin:

“Tevî ku li ser erdhejê 3 sal derbas bûne jî, mixabin birînên erdhejê hê nehatine pêçandin û êşa wê zindî ye. Mixabin reyadarên esasî yên ku divê vê êşa giran bipêçin û wezîfeyên xwe pêk bînin, ne ketin tevgerê. Ji bo sivikkirina êşa gel, ji holê rakirina zirarê û pêşî li dubarebûna heman rewşê girtin, plan û projeyên pêwîst pêş naxin. Plan û projeyên ku hatine pêş xistin jî armanca wan ne sivikkirina êşên gel û çareseriye, berevajî bi armanca qezenckirinê hatiye kirin. Ev yek jî hem êşa gel û hem jî mexdûriyeta wê zêdetir dike. Jixwe ev zîhniyeta rantê yê mêtinger sedema sereke ya wêranî û êşa mezin e. Ger avabûn li gorî taybetmendiyên erdnîgariyê bihata pêş xistin, ne li gorî mêtingerî, rant û qezencê ba, ewqas êş û wêranî çênedibû. Helbet ev rewş di berpirsyariya rayedarên welêt de ye. Bi erdheja 6ê sibatê re derket holê ku berpirsyarî nehatiye bicih anîn û rayedarên welêt li gorî berjewendiya civakê tevnegeriya ye.

Karesatên xwezayî bi pêş xistina tedbîran re, dikare pêşî li mirin û êşên mezin bê girtin. Hatiye îsbatkirin ku ger tedbîrên baş bên girtin, mirov dikare rê li ber windahiyan bigire. Lê mixabin ji ber ku tedbîr nehatin girtin û li şûna pêş xistina avabûnên bi ewle li gorî rant û qezencê tevger çêbûye. Ji ber keraseta xwezayî gel neçar mane êşên mezin bijîn. Erdheja 6ê sibatê bû mînaka vê ya herî mezin.

Hevgirtina gel a ku di dema erdheja 6ê sibatê de pêşket, rê li ber êşên mezintir girt. Ev ji bo rêxistinbûyîna demokratîk û xwerêvebirinê bûye tecrûbeyek girîng. Pêşxistin û dewam kirine vê hevgirtinê û mayîndekirina wê bi rêya saziyên demokratîk, hewcedariya herî girîng a civakê ye.

Careke din, em erdheja 6ê sibatê bi bîr tînin, diyar dikin ku em êşa gel parve dikin û bi civakê re di nava hevgirtinê de ne.”