Dê cihê Hêzên Ewlekariya Hundirîn neguhere
Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên li Cizîrê û Kobanê ji bo parastina ewlehî û aramiya herêman, wê wezîfeyên xwe bidomînin.

Duh di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de peymanek hat ragihandin. Li gorî payemanê dê agirbest were pêkanîn û dest bi xebatên entegrekirina hêzên leşkerî û ewlehiyê û saziyên rêveberiyê were kirin.
Li gorî peymanê dê hêzên leşkerî vekişin, piştre hêzên ewlehiyê yên Wezareta Karên Hundir bikevin navendên Hesekê û Qamişlo, wek gaveke yekem ji bo pêkanîna bendên entegrasyona ewlehiyê li herêmê.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Cizîrê û Kobanê dê di rewşa xwe ya niha de wek saziyên ewlehiyê ji bo parastina ewlehî û aramiya van deveran bimînin, bêyî ku avaniya wan an jî naveroka rola wan a ewlehiyê were guhertin.
Qonaxa pêkanînê û derbasbûna hêzên girêdayî hikûmeta demkî, biryar e ku roja Duşemê 2yê Sibatê destpê bike. Ev hêz dê derbasî hin cihên diyar bibin.


