DEM Partî dê sibe peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parve bikin

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku wê sibe peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parve bikin.

1 deqe xwendin
DEM Partî dê sibe peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan parve bikin

Serokwekîla Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Gulistan Kiliç Koçyîgît tevlî bernameya Ilke Tv bû û têkildarî hevdîtina dawî ya Şandeya DEM Partî ya Îmraliyê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiriye, agahî dan. Gulistan Kiliç Koçyîgît ragihand ku wê şande sibe daxuyaniyek bide. Şandeya DEM Partî ya Îmralî ku ji Pervîn Buldan, Mîthat Sancar û Faîk Ozgur Erol pêk tên herî dawî di 27ê Adarê serdana Îmralî kiribû û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîbû.