DEM Partî: Peyman cihê kêfxweşiyê ye

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan, peymana navbera Şam û HSDê weke ‘cihê kêfxweşiyê’ pêşwazî kir.

1 deqe xwendin
DEM Partî: Peyman cihê kêfxweşiyê ye

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê li ser peymana di navbera HSD û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî dan. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wekî partî piştgiriyê didin peymanê.

Daxuyaniya ku bi îmzeya Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari hate belavkirin bi vî rengî ye:

“Li Sûriyeyê peymana navbera Rêveberiya Şamê û HSDê ‘cihê kêfxweşiyê’ ye. Em spasiya welat, sazî, kesayet û gelên ku ji bo peymanê ketine nava hewldanê, dikin. Em berxwedana mirovên xwe yên ji roja ewilî ve li hemû cîhanê hestiyarî nîşan dan û derketin kolanan, silav dikin.

Ji bo serketina vê pêvajoyê, weke DEM Partî em ê piştevaniya xwe ya bi biryar bidomînin.

Îradeya Rojava ji bo me esas e. Tişta dikeve ser milê me ew e ku piştgirî bidin biryarên wan. Em hewldana wan a muzakereyê û sekna wan a li ser maseyê, pîroz dikin. Me timî destnîşan kir ku pirsgirêk wê bi muzakere û diyalogê çareser bibin, îro jî em li heman cihî disekinin.”