Dest danîn ser Haberturk û Show TVyê

Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê, xwediyên Can Holdîngê Mehmet Şakir Can, Kemal Can û Kenan Tekdag jî di nav de ji bo 8 kesan biryara binçavkirinê da.

1 deqe xwendin
Dest danîn ser Haberturk û Show TVyê

Serdozgeriya Komarê ya Kuçukçekmeceyê, xwediyên Can Holdîngê Mehmet Şakir Can, Kemal Can û Kenan Tekdag jî di nav de ji bo 8 kesan biryara binçavkirinê da. Di serî de Haberturk, Bloomberg û Show TV bi giştî dest danîn ser 121 şîrket û milkê holdîngê û dewrî Fona Sîgorteya Mewduatên Teserûfê (TMSF) kirin.

Hat zanîn ku lêpirsîn, bi sûcdariyên “Avakirina rêxistina sûc”, “qaçaxçitî”, “sextekarî” û “yasayîkirina mal û milkê bi rêya sûc hatiye bidestxistin” hatiye vekirin.

 

Hat zanîn ku lêgerîna li şîrketan didome.