Desteya Tenduristiyê ya Kobanê ji bo Xelîl Mislim ket nav hewldanê
Desteya Tenduristiyê ya Kobanê der barê zarokê 8 mehî yê ku jiyana xwe ji dest dabû û nexweşxaneya taybet a Emel ji wan pere xwestibû, ket nav hewldanê.

HTŞ, DAIŞ û çeteyên girêdayê dewleta tirk ji 6ê çile ve êrişê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Di encama van êrişan de bi hezaran kes neçar man ku warên xwe biterkînin. Gelek kesên ji bajarên cuda ji bo ewlehiyê berê xwe dan bajarên kurdan. Yek ji bajarê ku koçber lê bi cih bûn jî Kobanê ya ku bi rojane di bin dorpeçê de ye. Li Kobanê ya ku niha bi sed hezaran kes dijîn piştî dorpêça krîza mirovî tê jiyîn.
Di nav van 24 rojên ku Kobanê di dorpêçê de ye 5 zarok ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. Dîsa bi hezaran kes di rewşeke giran de hewl didin jiyana xwe bidomînin.
Herî dawî malbateke ku ji ber şer neçar maye ji Raqa koçê Kobanê bike li ser ekranên Rûdawê got ku zarokê wan yê bi navê Xelîl Mislim ê 8 mehî jiyana xwe ji dest daye. Lê nexweşxane ji bo ku cenaze radest bike ji malbatê 400 dolar xwestiye.
Li ser ekranên Rûdawê herçiqas navê nexweşxaneyê nehatibe dayîn jî nexweşxaneya behsa xeberê nexweşxaneya taybet a Emel e.
Çavkaniyên ji Kobanê dan zanîn ku Desteya Tenduristiyê ya Kobanê piştî bûyerê bihîstiye ji bo zelalkirina bûyerê û alîkariya malbatê ketiye nav tevgerê.


