Destpêka nivîsê û aboriya serdestan
Heke şaristanî bi pîvanên qalkirina modernîzmê bê pêşkêşkirin, belê rast e, em civateke şareza nîn in.
Heke şaristanî bi pîvanên qalkirina modernîzmê bê pêşkêşkirin, belê rast e, em civateke şareza nîn in. Ji ber ku dewleta me nîn e, alavên me yên modern û bi destê me çêkirî tune ne, navgînên me yên ku em wek şaheser bidin berçavan nehatine damezirandin. Vegotin û nivîsên têrgihîştî û giraniya xwe bibin navnîşana pesindayîna me hê nehatine ser maseyên pêşangehan. Her weha sermayedarên me yên xwedî pere, banke, kargeh, karxane û barxane jî pêk nehatine.
Heke hin tişt di nav civata me de hatibin damezirandin jî ne hevtayê welat û civatên modern in. Hejmarek zêde li ser zemîna modernîzma dewletên serdest hatine avakirin. Sazûmanî û pergalsaziya wan rengê xwe daye berhemên pêkhatî yên bi destê me hatine çêkirin, lê hiş ne hişê me ye ku em bi hunera xwe, bi hişmendiya xwe, bi teşeyê bedewiya xwe tiştan binexşînin.
Belê, lê tiştekî din heye. Bi gotina nasekî min ê afrîkî ku ew jî wek min ji welatê xwe sirgûn bûye, digot: “Rast e, topên me, tangên me, çek û sîlehên me nîn in, zêr û zîvênme, xanî û destgehên me yên bêhempa jî nîn in. Cil û bergên me jî nîn in, lê em bi tena serê xwe meriv in. Ev bes e. Merivekî rût û tazî çawa bi milyonan salan jiyaye? Gelo kes li ser vê difikire? Ma rewa ye ji civateke wiha re bêjin paşdemayî an jî hov?”
Niha wekî destpêka şaristaniyê her kes Sumeriyan destnîşan dike. An jî şaristaniyê bi dîtina nivîsê pênase dikin. Gelo ev rast e? Wê çaxê divê em bipirsin, çima nivîs hewce bû ku pêk hat?
Wekî eleqedarekî aboriyê angaşta min ew e ku nivîs hewce bû ji ber ku dizî, zordestî pêk hat û zeman hat hesibandin.
Wekî Proudhon tîne ziman “eraziyê arizî dizî ye.” Rast e, lê ne bes e. Ji ber ku wî zemanê diziyê bi sermayedariya kapîtalîzmê ve daye destpêkirin. Bi dîtina min, bi destpêka sazûmaniya hiyerarşiya di navbera civatên komî de dest pê kiriye. Werin em kortên giliyên vê mijarê vekolin:
Komên herî pêşketî ên bênavgîn di nav xwezayê de karibin jiyana xwe darbas bikin ku merivê modern nikare seredariya vê bike. Ji ber ku hevkariya şixul û hevpariya berhemên xwarinê dest daye ku bikaribin xwe biparêzin, xwe bi cih bikin û xwe têr bikin. Bala xwe bidinê bi sed hezaran salan ev civat li ser rûyê erdê mane û jiyana xwe derbas kirine, lê şaristaniya modern xwedî temenê çend hezar salan e û niha bi metirsiya tunebûnê re rû bi rû maye. Civatên temen dirêj qanûnên xwezayê baş zeft kiribûn. Cihûwarê lê dijîn, bi hêşinahiyan, bi raweran, bi çavkaniyên avî û erdên zuha, bi çêreyên xwarinê û yên jehrî nas dikirin. Nasîn û dîtina xwe jî yekser bi hev re parve dikirin. Lewma zanîn milkê yekî nîn bû yekser dibû para her kesî. Kal û pîr, zarok, keç û xort, jin û mêr karê xwe, zanîna xwe, navgîna xwe, hebûnên xwe bi hezkirinê, bi yekrêziyê parve dikirin. Ew rihê malbatî yê ku niha em hev diparêzin koka xwe ji wir girtiye. Her weha li gor demsalan şikeft, gir, best, çiya, zozan, germiyan, daristan, barxane, xanî jî di bijartin, aşkera dikirin û bi kar dianîn. Bi saya naskirinê ev zanîn hewce nedîdîtin berheman zêde kom bikin


