Devlet Bahçelî: Armanca sereke amadekirina qanûnan e
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî bi lêv kir ku ji bo derxistina qanûnên pêvajoyê rewşeke guncav derketiyê holê û ev tişt gotin: “Niha û şûn vê tişta ku divê bê kirin qanûnên xizmetî pêvajoyê dikin bi awayê demildest amadekirin e.”

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di komcivîna partiya xwe ya li Meclise de axivî. Devlet Bahçelî anî ziman ku hezên sermayedar bi nûjênkirina peymana Sykes-Pîcot zilmê li erdnîgariya mislimanan dikin û bertek nîşanî êrişên Amerîka û Îsraîlê yên li dijî Îranê da. Devlet Bahçelî bi lêv kir ku di nav van gengaşeyan de ew wek Tirkiyeyê xwe girtiyê mîsogeriyê û diyar kir ku çavên hêzên sermayedar li Hewlêr, Musûl, Kerkuk, Tebrîz û Urmiyeyê ye ku ew der ne tenê welatên cîranin di heman demê de ji bo wan birayên ziman û olî ne. Devlet Bahçelî destnîşan kir ku li dijî zilma Îsraîl û Amerîkayê dem pêwîst dike ku li rex Îranê bisekinin û divê şer demildest raweste.
Di berdewama axaftina xwe de Devlet Bahçelî anî ziman ku di nav van pêvajoyên şer de di hundir de xwe xurtkirina Tirkiyeyê pêwîstiyeke bingehîn e û wiha pê dê çû: “Welatê me dê nav van krîzan de ye û dê ji van krîzan bi aramî derbikeve. Her gotinek û kirineke zerarê dide aramiya hundir a Tirkiyeyê. Polîtîkaya xwe xurtkirinê û destpêka pêvajoya Tirkiyeyê rast e û ewlehiya me ya neteweyî ji xwe re dike hedef.”
Devlet Bahçelî bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ew pêvajo xurtkirina xweş û biratiyê ji xwe re dike armanc. Komîsyona Meclîse rapora hevpar amade kir. Ji bo çêkirina qanûnan rewşeke guncav derketiyê holê. Ji niha û şûn ve tişta ku divê bê kirin ew ê ku qanûnên xizmetî pêvajoyê bike divê demildest derbikevin. Yekitî û xweş û biratiya me dê bibe çeka me ya herî xurt. Di vê serdema krîtîk de berpirsyariya hemû partiyên siyasî û medyayê ew ê ku ji gotin û kirinên provakasyonê yên li dijî pêvajoyê dûr bisekine. Di vê pêvajoya ku di hundir de em aramiyê pêk tînin. Devşîrmeyên hundirîn li gor dewletên li dijî pêvajoyê ne tevdigerin û provakasyonan dikin. Armanca me ew e ku em neyên provakasyonan û Tirkiyeyeke demokratik ava bikin. Ew pêvajo ji bo welatê me firseteke dîrokî ye. Bêguman ev pêvajo dê pêk were. Neteweya me û dewleta me yek e. Ala me yek e. Welatê me yek e. Bila kes hesabên şaş neke û neyê tahrîkan û fîtnetiyan neke û nekeve şaşiyên parçebûnê. Çawa ku merhameta me heye kudreta me jî li têrî hemû kesan dike.”


