Axaftina destpêkê ya dadgehê ji aliyê Biacinto Bisogni ve hat kirin. Biacinto Bisogni got, "Ji bo vê dadgeha girîng em li hev kom bûn û darizandin wê du rojan dewam bike. Bi piştgiriya Zanîngeha Azad a Brukselê em vê dadgehê pêk tînin. Ji bo parastina mafên mirovan û parastina Rojava em li vê derê ne. Rojava ew cih e ku azadiya jinan û demokrasî lê tê avakirin; ji ber vê yekê jî divê bê parastin. Hûn hebûn bi xêr hatine."
Li dadgehê wê sûcên kuştina sivîlan, rojnamegeran û siyasetmedaran, êrîşa li ser binesaziyê, îşkence, kiryarên li derveyî mirovahiyê û bikaranîna çekên qedexekirî bêne nirxandin.
Bernameya roja destpêkê
* 09:00 - 09:30: Qeyd û pêşrûniştin
* 09:30 - 09:45: Danasîna endamên dadgehê
* 09:45 - 10:15: Axaftina destpêkê ya dozgeriyê
* 10:15 - 12:30: Rûniştina 1emîn
* 13:30 - 15:00: Rûniştina 2yemîn
* 15:15 - 17:50: Rûniştain 3yemîn
Dadgeh ji aliyê Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, koma parêzeran a ku sûcên Dewleta Tirk dişopîne, Navenda Parastin û Lêkolînê ya Mafên Jinan û rêxistinên cuda yên mafên mirovan ve tê lidarxistin.
ULB, MAF-DAD (Komeleya Hiqûqê ya Navneteweyî û Demokrasiyê), ELDH (Komeleya Hiqûqnasan a Demokratîk a Ewropayê), IADL (Komeleya Hiqûqnasan a Demokratîk a Navneteweyî), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) û Enstîtuya Kurd a Brukselê jî piştgiriya çalakiyê dikin.