Dewletperestî, malbatperestî, ferdperestî

Ferdperestî di nav xwe de dewletperestiyê jî, malbatperestiyê jî dihewîne. Lê ji wan jî kûrtir û xetertir dijîtiya civakîbûnê dike. Di vê wateyê de li pêşiya civaka demokratîk astengiyeke mezin e. Ferdperestî dereweke mezin e ku modernîteya kapîtalîst, lîberalîzm pê civakê dixapîne.

1 deqe xwendin
Dewletperestî, malbatperestî, ferdperestî

Çawa ku serdestiya destpêkê li ser jinan, bi êrişa li ser komunalîteya jinan pêk hatiye, astengiyên vê pêvajoyê jî bi çi rengî derkevin bila derkevin hemû bi serdestiya mêr ve girêdayî ne. Serdestiyên bi her awayî li hember komunalîteyê, civaka demokratîk û li hember jiyanê ye ku li dora jinan hatiye honandin. Di roja me de dewletperestî,  malbatperestî û ferdperestî temsîla vê serdestiyê dike û divê mirov bizanibe ku, bi gelemperî jî, ji aliyê hundur ve jî dê wekî astengî derkevin holê. Jixwe ji niha ve daneyên vê xwe didin der.

Dewletperestî dema wekî netewe-dewletperestiyê be ji xwe dijîtiya yekîtiya gelan dike û li pêşiya demokrasiyê bi her awayî asteng e. Dema dewletê li hember civakê bi cih dike, demokrasiyê, vîna civakê ji bo xwe xetere dibîne û dixwaze asteng bike. Li aliyê din; yên ku dixwazin civaka demokratîk, komunalîteya demokratîk bi pêş bixin, ger bi hişmendiya dewletparêz tevbigerin an dê li hember dewletê bendewar bin, hêza xwe dernexin holê, an jî dê bişibin dewletê. Ev herdu jî li pêşiya bipêşxistina civaka demokratîk asteng in.

Mixabin malbatperestî jî risteke wisa dilîze. Mesele hebûna malbatê nîn e. Malbat formeke civakî ye. Mirov ji dayikekê, ji bavekî tê dinyayê. Xwişkên mirov, birayên mirov hene. Kal, pîr, met, xaltî, xal û apên mirov hene. Ev hemû asayî ne. Lê dema mirov civakîbûna xwe bi malbatî sînordar bibîne û malbatê ji bo xwe bike zemîna hebûnê, armanca pêkhatinê, dê li pêşiya civaka demokratîk astengiyeke mezin derkeve.  Gelek pirsgirêk û astengiyên li pêşiya avakirina civaka azad ji malbatperestiyê tên.

Ferdperestî di nav xwe de dewletperestiyê jî, malbatperestiyê jî dihewîne. Lê ji wan jî kûrtir û xetertir dijîtiya civakîbûnê dike. Di vê wateyê de li pêşiya civaka demokratîk astengiyeke mezin e. Ferdperestî dereweke mezin e ku modernîteya kapîtalîst, lîberalîzm pê civakê dixapîne. Mirov heyîneke civakî ye lê modernîteya kapîtalîst ji mirov re dibêje; tu dikarî bê mirovên din, bi serê xwe jî bijî. Ev derew û xapandineke mezin e. Mirov di destpêka xwe de jî nikaribû bi serê xwe, bêyî civakê bijiya, îro jî nikare bijî. Hem ji aliyê madî hem jî ji aliyê manewî ve bêyî civakê nikare bijî. Sedema bingehîn ev e ku di nav civakê de, reşbînî, qeyran, xwekujî, hevkujî ev qas bi pêş ketiye. Civakîbûn, civaka demokratîk ji ber vê sedemê dermanê hemû pirsgirêkên îroyîn e. Rastiyeke ev qas hundurîn herkesî eleqedar dike. Mirov vê rastiyê çendîn bi kurahî fêm bike dê ew qas xwedî li pêvajoya avakirina civaka demokratîk derkeve.