Di 36 rojan de 200 kes hatin girtin

Ji serê sala 2026an heta niha polîsan dest bi binçavkirinê kiriye, dadgehan jî dest bi girtinê kirye. Tenê di 6 rojên sibatê de 82 kes hatin girtin. Di 36 rojên dawî de jî 200 kes hatin girtin.

1 deqe xwendin
Di 36 rojan de 200 kes hatin girtin

Piştî serê sala 2026an û şûnde polîsan mudaxaleyên li dijî çalakiyên demokratîk zêde kirine. Di gelek daxuyanî, meş û xwepêşandanan de, polîs êrîşî girseyan dike û kesên tev li çalakiyên demokratîk dibin binçav dikin. Piraniya kesên tên binçavkirin ji aliyê dadgehê ve têne girtin. Li gorî rapora OHDê di meha çile de 99 jê zarok bi giştî 842 kes hatine binçavkirin û herî kêm 118 kes hatine girtin. Di 6 rojên sibatê de jî herî kêm 82 kes hatin girtin. 

Li Rihayê 3 kes hatin girtin 

Ji 12 kesên ku di çalakiya ku ji ber 1ê Sibatê Rojava Piştevaniya bi Rojava re ya Cîhanê li navçeya Pirsûs a Rihayê hate lidarxistin de hatin binçavkirin û şertê kontrola edî hatin berdan, derbarê 1 jê zarok 5 kesan de dîsa biryara binçavkirinê hate dayîn. Kesên hatin binçavkirin, sewqî Dadgeha Cezayê ya Sulhê ya Pirsûsê hatin kirin. Dadgehê bi îdiaya “rabûna li dijî polîsê” biryar da ku 3 kes werin girtin û 2 kes jî bi şertê kontrola edlî hate berdan.

77 endam û rêveberên ESPê girtin. 

Di operasyona siyasî ya li dijî ESPê de di roja duyemîn de 30 kes hat girtin û 16 kes jî bi kontrola edlî hatin berdan. Di nava du rojan de Hevserokê ESPê Mûrat Çepnî jî nav de bi giştî 77 kes hatin girtin.

Di 3yê Sibatê de li dijî Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Ajansa Nûçeyan a Etkîn, Meclisên Jinên Sosyalîst (SKM), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), DÎSK/LÎMÎTER-ÎŞ, Polen Ekolojî û BEKSAVê operasyona siyasî pêk hat. Polîsan li 22 bajaran bi ser gelek malan de girtin û 96 kes binçav kiribûn. 

Li Şirnexê 2 kes hatin girtin 

Li Şirnexê bi hinceta tev li çalakiyên ji bo Rojava hatin lidarxistin bûne 2 kes hatin girtin. Berê jî li Şirnex û navçeyên wê bi heman hincetê 19 jê zarok 33 kes hatin girtin.

OHD: Di mehekê de 118 kes hatin girtin 

Şaxa OHDê ya Amedê derbarê çalakiyên ji bo Rojava hatin lidarxistin de rapora çavdêrî û tespîtan bi raya giştî re parve kir. Li gorî raporê di mehekê de 99 jê zarok bi giştî 842 kes hatine binçavkirin û herî kêm 118 kes hatine girtin.