Di çapameniyê de muzakereyên Îran-Amerîkayê û aloziyên Sûdanê

Dan û standinên Îran-DYAyê rawestiyane û nakokî li ser mijarên sereke dewam dikin. Der barê Sûdanê de hişyarî hene ku krîza mirovî xerabtir bibe.

1 deqe xwendin
Di çapameniyê de muzakereyên Îran-Amerîkayê û aloziyên Sûdanê

Der barê Îranê de, malpera erebî ya rojnameya Independent destnîşan kir ku tûra yekem ya dan û standinên di navbera Tehran û Washingtonê de hêviyên sînorkirî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yên ji bo çêkirina guhertinek bingehîn di tevgera serokatiya Îranê de nîşan da. Hate gotin, ku zexta leşkerî tevî dijwarbûna xwe nebûye sedema guhertinek di avahiya biryardanê ya rejîmê de.

Rojnameyê her wiha diyar kir ku biryardarî hîn jî di destê rejîmê de ye û dezgehên leşkerî, bi taybetî jî Pasdarên Şoreşê, bandoreke zêde dikin, bi vî awayî îhtîmala pêşkêşkirina tawîzên girîng di dema dan û standinan de kêm dikin.

Rojnameyê destnîşan kir ku dan û standinên ji hêla Îslamabadê ve hatine lidarxistin negihîştine qonaxek xetimî û da zanîn ku lihevkirinên qismî hene, her wiha tevgerên herêmî û navneteweyî mîna yên Pakistan û Çînê çêbûn ku rewşê ber bi çareseriyeke qonaxî ve bibin.

Gelo li gorî yasayan Îran dikare bacê ji keştiyan bigire?

Ajansa Reuters ragihand ku Tehran difikre ku xercan li ser keştiyên di Tengava Hurmuzê re derbas dibin ferz bike û wiha nivîsand: “Lê ev nêzîkatî pirsên yasayî derdixe hole, ji ber rêgezên Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Qanûna Deryayê, ku azadiya navîgasyonê garantî dike.” Hat bi bîrxistin ku Tengava Hurmuzê yek ji rêyên veguhastina enerjiyê yên herî girîng ên cîhanê ye ku ji sedî 20î petrola cîhanê tê re derbas dibe.

Her wiha hate gotin ku mekanîzmayek fermî û girêdayî ji bo bicîhanîna peymanê tune. Her çend Dadgeha Navneteweyî ya Qanûna Deryayê li Hamburgê û Dadgeha Navneteweyî ya Edaletê dikarin biryaran bidin jî, ew ne xwediyê hêza bicîhanîna wan in.

Şerê li Sûdanê ket sala çaran û rê li ber karesatê nayê girtin

Rojnameya El Xelîc derbarê şerê li Sûdanê de hişyarî da ku yek ji krîzên mirovî yên herî xirab ên cîhanê li welat çêbe. Rojnameyê bi bîr xist ku di encama şerê dikeve sala xwe ya 4an de bi deh hezaran kes mirin û zêdetirî 11 milyon kes koçber bûn. Her wiha hate gotin, UNICEFê diyar kiriye ku krîz bûye sedema koçberiya herî mezin a cîhanê û rêjeya herî mezin ya zeradîtiyan jî zarok in. Hişyarî hene ku birçîbûn zêde bibe û binesaziyê û xizmetên bingehîn hîn bêtir hilweşe.