Di geşedaniya zimên de rola jinê
Pêwendiya ziman û jinê, çendî ku li gor şert û mercên jiyanê û têkiliyên civakî biguhere jî di hemû serdemên dîrokî de bi hemû girîngiya xwe roleke diyarker dilîze.

Pêwendiya ziman û jinê, çendî ku li gor şert û mercên jiyanê û têkiliyên civakî biguhere jî di hemû serdemên dîrokî de bi hemû girîngiya xwe roleke diyarker dilîze. Ev pêwendiya çarenîn hem di serdemên dûr û nêzîk de û hem di cîhana nûjen a îroyîn de bûye mijara nîqaşê. Çendî ku ne li gor xwezaya mirov be jî, ji do heta îro ji bo jin û mêran hin rolên taybet belê ji hev cuda hatine diyarkirin ku di ziman de jî gelek guhertin pêk anîne. Ango bandora nêrîtiya mêr xwe di ziman de jî daye der. Her gav ne wisa be jî gelek tiştên bilebat û xurt/serdest, mêrîtî û mêraniyê û yên bitebat/qels jî jinanî û jinîtiyê temsîl dikin. Bo nimûne, di zimanê kurdî de “şer” peyveke nêr e û mêr bi bîra mirov tîne; belê “aştî” peyveke mê ye û jinê bi bîra mirov tîne. Ji ber ku “derî” ji “pace”yê çalaktir e; derî nêr, belê pace mê ye. Herwiha ji ber ku “erd” kana hatinî û adaniyê ye, mê; belê ji ber ku asîman li jor e û serdestiyê bi bîra mirov tîne, nêr e. Bêguman hemû peyvên mê an jî nêr her gav li gor vê


