Di neynika dîrokî de pêvajoyên wekheviyê

Armanca pêvajoya ku di cotmeha 2024an de dest pê kir jî, wekhevkirina kurd û tirkên ku di asta mafan de ne wekhev in bû. Wekî ku tê zanîn, Dewleta Komara Tirkiyeyê ya ku di sala 1923yan de hatî damezrandin, li ser newekheviya ontolojîk a kurd û tirkan hatiye avakirin. Heqîqeta ku kurd neteweyek cuda ne, ziman û çanda wan nedihat qebûlkirin.

1 deqe xwendin
Di neynika dîrokî de pêvajoyên wekheviyê

Bi hewldana dîrokî ya Devlet Bahçelî ya di 22yê Cotmeha 2024an de û bersiva stratejîk a Rêberê Gelê Kurd li Tirkiyeyê qonaxeke nû ya ku wekî "pêvajoya biratiya kurd-tirk" tê pênasekirin ketiye rojevê. Her çend aliyê kurd bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd bi berpirsiyariyeke dîrokî û fedakariyeke mezin tevgeriyabe û berpirsiyariyên xwe yekbiyek anîbin cih jî di asta mekanîzmayên dewletê de hîn pêngaveke şênber û mîsoger a ku dilê gele Kurd germ bike û baweriya serkeftina pêvajoyê xurt bike nehatiye avêtin.

Ji bo analîzkirina vê pêvajoya ku di 22yê Cotmehê de dest pê kiriye û pêşdîtina encamên wê yên polîtîk, pêdivî bi lêkolîna koka zihniyeta dewletê ya li hemberî "paradîgmaya wekheviyê" heye. Pêvajoya ku desthilatdarî wekî "Tirkiyeya bê Teror" bi nav dike, bi rastî di hundirê xwe de koka xwe ji Reforma Tanzîmatê ya 1839an digire. Heke dînamîkên sosyo-polîtîk ên Tanzîmatê rast neyên fêmkirin, dê analîzkirina qeyrana sîstematîk a îro kêm bimîne û bibe sedema xapandinên di asta bendewariyan de.

Analojiya tanzîmatê û pêvajoya 22yê Cotmehê

Fermana Tanzîmatê ya 1839an di eslê xwe de hewildana "veguherîna zihniyetekê" bû ku bi serûbinkirineke radîkal re hevdeng bû. Bi heman rengî, pêvajoya 22yê Cotmehê jî ji bo Tirkiyeyê xwedî giraniyeke wisa ye. Her du serdem jî ne bi daxwazeke hundirîn a xweser a demokrasiye, bi ferzkirina şert û mercên navneteweyî û bi motîvasyona "ewlehiya dewletê" derketine holê. Armanca bingehîn, pêşîgirtina li rîska parçebûnê û parastina yekpareyiya sînoran e.

Divê em hinekî hûrgiliyên wê pêvajoyê bizanibin. Di dema Fermana Tanzîmatê ya 1839an de dewleta Osmanî ketibû pêvajoya parçebûnê. Yewnanistan ji Osmaniyan veqetiya bû û bûbû dewleteke serbixwe, Sirbistanê otonomî bi dest xistibû û Mehmet Alî Paşayê Misirî heta ber deriyên Kutahyayê hatibû. Ji bo paraztina hebûnê rêveberên osmaniyan daxwaza alîkariyê ji dewlet ên Îngilistan û Fransayê kirin. Wan jî li beramberî alîkariyê reform wekî "şertekî pêşîn" ferz kirin. Ji bo ku dewleta Osmanî karibe hebûna xwe bidomîne û alîkariya wan bigire ji bilî qebûlkirina reformê çareyeke wê ya din tune bû.

Di rewşa îro de jî rewşeke bi wî rengî heye. Lawazbûna Îranê, polîtîkayên berfirehbûn ên Îsraîlê, îhtîmla tifaqa kurd û hêzên din û potansiyela aktorên navneteweyî ya ji bo  bikaranîna "qerta kurdî" dewleta tirk ber bi lêgerîneke nû ya wekheviyê ve biriye. Hevsengiyên ku di cîhanê de diguherin û geşedanên herêmî li ser Tirkiyeyê tirsa parçebûnê ava dike. Pêvajoya ku Devlet Bahçelî di 22yê cotmeha 2024an de da ye destpêkirin bertekek e li hemberî van geşedanan û tedbîrek e li dijî rîska parçebûnê ye. Bi kurtasî, dînamîka ku ev pêvajo xiste tevgerê geşedanên di asta navneteweyî de ne. 

Tenê fikarên ewlehiyê têrî çareseriyê nakin

Paşvekişîna Îranê û valahiya jeopolîtîk a ku wê afirandiye, polîtîkayên berfirehbûnê Îsraîlê yên amadekariyên bibe hêzeke herêmî, li Tirkiyeyê fikareke cidî ya ewlehiyê ava kir. Bi taybetî burokrasiya ewlehiyê dît ku heke hebûna kurd neyê naskirin xetereya parçebûnê dê derkeve holê. Di heman demê de dît ku bi pergaleke ku li ser Destûra Bingehîn a 1924an û berdewamiyên wê 1960 û 1982yan ava bûye, ne gengaz e ku fikarên ewlehiyê û gefa parçebûnê ji holê bêne rakirin.

Lêgerînên çareseriyê yên ku ji fikarên ewlehiyê derdiketin, di sala 1839an de wekheviya mesîhî-misilman û di sala 2024an de jî wekheviya kurd-tirk wekî yekane çareserî didît. Di sala 2024an de Bahçelî di axaftina xwe ya Meclîsê de li şûna pênaseya "hemwelatiyê tirk", pênaseya "Her kesê ku bi girêdana hemwelatîbûnê bi Komara Tirkiyeyê ve girêdayî ye, xwediyê maf û erkên wekhev e" bikar anî. Herwiha bangawaziya "Berî her tiştî Tirkiye" û "Her kes wekhev e Tirkiye" kir û got ku em bang li her kesî dikin ku di "yekitiya neteweyî û biratiyê de bicivin û paşeroja pîroz a Tirkiyeyê bi hev re ava bikin".

Ev gotinên Bahçelî bi qasî gotinên ku tê îdiakirin Mahmûtê II. piştî Fermana Tanzîmatê gotibûn girîng bûn. Mahmûtê II. jî gotibû; "Ez dixwazim gelê xwe yê misilman di mizgeftan de, yê mesîhî di dêr an de û yê cihû jî di sînagogan de bibînim" ku ev gotinên wî dihatin dihatin wê wateyê ku tenê di dema îbadetê de civak ne wekheve, li qada giştî her kes wekhev e.

Serneketina reformên osmanî û dubarekirina şaşiyan

Reforma Tanzîmatê ya ku bi hêviyên mezin hatibû ragihandin, nekarî wekheviya misilman û mesîhiyan pêk bîne. Heta sala 1856an reformeke ku bibe xwedî bandoreke rasteqîn nehatibû kirin. Em nikarin bêjin qet tiştek nehat kirin, helbet hin gav hatin avêtin. Lê ev pêngav di warê wekheviya sîstematîk de ne xwedî wateyeke mezin bûn. Ji ber wê yekê pirsgirêka heyî nehate çareserkirin. Bi rastî, pêvajo ya  ku ji sala 1839an heta 1856an hatibû berdewam kirin, bi mantiqê xwe dişibe vê pêvajoya 18 mehên dawî ya biratiya “kurd-tirk” de hatiye dîtin.

Ji ber Şerê Kirimê yê sala 1854an, dewleta Osmanî neçar ma ji bo alîkariyê dîsa serî li dewletên serdest bide. Heman hêzan di berdêla alîkariyê de careke din daxwaza reforman kir. Gotin, "Em ê werin alîkariya we, lê divê hûn reforman bikin." Ji ber vê yekê, bi ferzkirina hêzên derve di sala 1856an de "Reforma Islahatê" hat kirin. 

Mixabin, Reformên Islahatê yên 1856an jî di warê dabînkirina wekheviya Mesîhî û Misilmanan de nûbûnên sîstematîk neanîn. Piştî qeyranên Bosna Hersek û Bulgaristanê, li ber çavên dewletên mezin ên ku li Stenbolê civiyabûn Destûra Bingehîn a 1876an (Kanûn-î Esasî) hat ragihandin. Bi vê Destûra Bingehîn re têgeha "hemwelatiyê Osmanî" ket lîteratûra hiqûqî. Mîna nîqaşa îro ya "hemwelatiyê Tirk an hemwelatiyê Tirkiyeyê" wê çaxê jî nîqaşeke bi heman rengî dest pê kir.

Pêdiviya bi veguherîna pergala dadmendiyê

Di encamê de ne Tanzîmata 1839an ne Islahata 1856an û ne jî Destûra Bingehîn a 1876an çareseriyeke ku wekheviya mesîhî û misilmanan pêk bîne neafirand. Xaleke girîng a ku divê di warê akademîk de neyê jibîrkirin ev e; Heke dewletek parastina wekheviya hemwelatiyan bike divê qanûneke wê ya usûlê ya guncav hebe. Mînak, divê rêziknameyeke hiqûqî amade bike ku tê de şahidiya mesîhiyek û misilmanek li ber dadgehê di heman astê de be. Osmaniyan ev yek encax di sala 1879an de karîn pêk bînin. Ango 40 sal piştî ragihandina wekheviya mesîhî û misilman pêk hat. 

Ew rêziknameya ku piştî 40 salan hatibû çêkirin hîn jî ji reformên ku dê wekheviyê di asta hiqûqî de bixista meriyetê pir dûr bû. Di pêvajoya ku hewildanên dabînkirina wekheviyê berdewam dikirin de komkujiyên li dijî mesîhiyan dest pê kirin. Bi van komkujiyan re, di nav osmaniyan de parçebûna civakî û parçebûna welat zûtirîn pêk hat. Osmaniyan, tiştê ku herî zêde jê ditirsiyan, ango parçebûnê, bi destên xwe û bi polîtîkayên xwe yên paşverû û kevneperst amade kiribûn.

Pêdiviya bi veguherîna hişmendî û kodên damezrandinê

Sedema ragihandina Fermana Tanzîmatê ya 1839an ev bû ku tebaayê (gelê) Osmanî yên ne wekhev, bike wekhev. Armanc, dabînkirina wekheviya misilman û mesîhiyan bû. Hiqûqa îslamê li ser wê bingehê bû ku tebaayê Osmanî yên misilman û mesîhî nikarin di asta wekheviyê de bin. Heta ku Hiqûqa Îslamê wekî çavkaniya sereke serdest bûya, wekheviya rasteqîn ne gengaz bû. Ji ber vê sedemê, armanca Reforma Tanzîmatê ya 1839an hem guhertina zihniyet û şaristaniyê bû, hem jî ew bû ku tebaa bibe hemwelatî. Ev jî di cewherê xwe de dihat wateya reformeke mezin a hiqûqî ku dê wekheviya hemwelatiyan pêk bîne.

Armanca pêvajoya ku di cotmeha 2024an de dest pê kir jî, wekhevkirina kurd û tirkên ku di asta mafan de ne wekhev in bû. Wekî ku tê zanîn, Dewleta Komara Tirkiyeyê ya ku di sala 1923yan de hatî damezrandin, li ser newekheviya ontolojîk a kurd û tirkan hatiye avakirin. Heqîqeta ku kurd neteweyek cuda ne, ziman û çanda wan nedihat qebûlkirin. Bi hişmendiya yekperest û bi zagonên aşkere û veşartî rê li ber hemwelatîbûna wan a wekhev dihat girtin. 

Pêşniyara pergala nû ya Bahçelî ya li ser bingeha "xweşk-biratiya tirk-kurd", di heman demê de dihat wateya ragihandina pergala di 1923yan de hatiye avakirin êdî naxebite (îflas kiriye) û êdî ne gengaz e ku kurd di hundirê vê pergala statîk de bên girtin û birêvebirin.

Ji ber ku pergala dewletê ya sed salî li ser kodên newekheviyê hatiye avakirin, çareseriya pirsgirêkê jî tenê bi guhertina wan kodên damezrandinê gengaz e. Nexwe, çawa ku Hiqûqa Îslamê nekarî wekheviya mesîhî û misilmanan pêk bîne, pergaleke hiqûqî ya ku li ser bingeha Destûra 1924an û mîrateyên wê yên 1960 û 1982ê (yên ku ji bilî dubarekirina statukoyê ne tiştek bûn) rûniştî be, nikare vê pirsgirêkê çareser bike û nikare xweşk û biratî û wekheviya kurd-tirk a rasteqîn ava bike... dê bidome