Di salekê de enflasyon ji sedî 120,66 zêde bû
Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) ku ji aliyê akademisyen û aborînasên serbixwe ve hatiye avakirin, daneyên enflasyonê yên meha gulanê û salek dawî aşkere kir.

Koma Lêkolîna Enflasyonê (ENAG) ku ji aliyê akademisyen û aborînasên serbixwe ve hatiye avakirin, daneyên enflasyonê yên meha gulanê û salek dawî aşkere kir. Li gorî daneyên ENAG’ê di meha gulanêde enflasyon ji sedî 5,66 zêde bû. Di 12 mehên dawî de jî enflasyon ji sedî 120,66 zêde bû.


