Kampanyaya alîkariya ji bo Rojava

Li dêrên bajarên Qamişloyê kamanyaya komkirina alîkariyan ji bo koçberan hat destpêkirin. Kampanyaya komkirina alîkariyan dê îro û sibe dewam bike.

1 deqe xwendin
Kampanyaya alîkariya ji bo Rojava

Li ser banga Metranê Suryanên Artodoks ê herêmên Cizîr û Firatê, Mar Morîs Emsîh, Fûca Keşfî ya 4an Suryanên Artodoks li bajarê Qamişloyê kampanyaya komkirina alîkariyan ji bo koçberên ji Efrîn, Şehba, Tebqa û Reqa û Helebê da destpêkirin. Kampanyaya komkirina alîkariyan bi çavdêriya Meclisa Milî ya Suryanên Artodoks hate destpêkirin.

Di çarçoveya kampanyayê de dê nivîn, cil û pêlav werin komkirin û ji koçberan re werin şandin.

Alîkarî dê li avahiya Foca Keşfî ya 4an a Dêra Mar Yaqûb û Dêra Mar Qeryas a li taxa Erbawiye, Dêra Mar Afran a li taxa Xerbî werin komkirin.

Komkirina alîkariyan îro saet 10.00’an dest pê kir û dê saet 14.00an bi dawî bibe. Dê saet 16.00an heya 19:00an dewam bike. Kampnaya dê sibe bi dawî bibe.