Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê

Gelê li Kelar a Herêma Germiyanê ji bo Rojava Kurdistanê kampayayeke alîkariyê dan destpêkirin

1 deqe xwendin
Ji bo Rojava kampanyaya alîkariyê

Li Başûrê Kurdistanê piştgiriya ji bo Rojavayê Kurdistanê di hemû waran de dewam dike. Divê çarçoveyê de komek welatiyên xwebexş yên li navçeya Kelar ya ser bi Herêma Germiyanê, ji bo Rojavayê Kurdistanê kampanyayek alîkariyê ya bi navê ‘Kampanyaya Kezî’ dan destpê kirin.

Kampanya li ser rêya Marîna ya Kelarê hatiye destpê kirin û wê rojane siharê heya saet 23:00yê şevê vekirî bimîne.

Welatî dikarin alîkariyên madî, xwarin, pêdawîstiyên zarokan, derman û pêdawîstiyên zivistanê radest bikin.

Li gorî agahiyan wê ev kampanyaya nîştimanî heya 6 rojên din dewam bike. Welatiyên xwebexş ên ku kampanya dane destpê kirin, bang li her kesê kirin ku tevlî kampanyayê bibin, ji ber ku ev yek li bermaberî rewşa niha erkek exlaqî, mirovî û netewiye.