Ji Amedê 25 kamyonên alîkariyê ji bo Rojava bi rê ketin

25 kamyonên alîkariyê, ku ji hêla Platforma Parastin û Hevgirtina Bajarê Amedê ve hatine berhevkirin ber bi Pirsûsê ve ker ser rê.

1 deqe xwendin
Ji Amedê 25 kamyonên alîkariyê ji bo Rojava bi rê ketin

25 kamyonên alîkariyê, ku ji hêla Platforma Parastin û Hevgirtina Bajarê Amedê ve hatine berhevkirin ber bi Pirsûsê ve ker ser rê. 

25 kamyonên alîkariyê

Mahsum Çiya Korkmaz, Hevberdevkê Platforma Parastin û Hevgirtina Bajarê Amedê, li Navenda Fuar û Kongreyê ya TUYAPê, ku Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatun û nûnerên rêxistinên civaka sivîl lê amade bûn, axivî û tekez kir ku zarok, jin û kal û pîrên li Rojava di warê gihîştina pêdiviyên bingehîn de bi pirsgirêkên cidî re rû bi rû ne û got: "Di roja duyemîn a kampanyaya me de, me 25 kamyonên alîkariyê amade kirine. Ev alîkarî ji vir derdikevin da ku ji bo mirovên ku li Kobanî ji bo jiyanê têdikoşin werin şandin."

Piştî daxuyaniyê, kamyonên alîkariyê ber bi Pirsûsê ve çûn.