Di siyaseta cîhanê de cihê kurdan
Kurdên bi peymana Lozanê ji qada siyaseta cîhanî hatibûn derxistin, îro dibin mijara çapemeniya giştiya cîhanê.

Kurdên bi peymana Lozanê ji qada siyaseta cîhanî hatibûn derxistin, îro dibin mijara çapemeniya giştiya cîhanê. Biryara xwefesihkirina PKKê dengekî nedîtî veda û giştiya cîhanê li ser diaxive û nêrîn û pêşniyarên xwe tîne ser zimên. Heta niha ji bilî şerxwazan ti hêzeke xwefesihkirin û rawestandina şerê çekdarî rexne kiribe tine ye. Herkes bi erênî lê dinêre, ji bilî kesên berê PKK bi dijwarkirina şer û bikaranîna çekê tawanbar dikirin, niha jî ketine nav tirsa rawestandina şer a PKKê.
PKK wek partiyekê ji salên 1990î û vir ve bi destpêkirina serhildanên gel re gelek sazî û rêxistinên civakî damezirand an rê li ber damezirîna wan vekir. Ji xwe di salên 2000î de PKK wek partî erka xwe bi dawî kiribû û bi navê Kongra Gel pêvajoyeke nû dabû destpêkirin, lê piştre cardin PKK wek çavdêreke têkoşîna gel, di warê bîrdozî de xwe saz kir. Lê di rastiyê de ji wê demê ve têkoşîna gelê kurd bi riya sazî û rêxistinên berhema têkoşîna azadiyê ne dihat birêvebirin. Bi piranî ev sazî û rêxistin jîdi encama perwerdeya bi salan de, dikarîn bê hebûna PKKê jî siyaset û bîrdoziya wê bi rê ve biribana.
Îro jimara sazî û rêxistinên kurdan ên di warê siyasî, dîplomatîk û civakî de kar û xebatê bi rê ve dibin ewqasî zêde bûye, ku birêvebirekî PKKê jî nikare jibere navê tevan rêz bike. Ev yek jî asta rêxistiniya gel dide diyarkirin.
PKK ji nav vî gelî wek pêdiviyeke li hember bêmafî, zilm û zordariya li hemberê hatiye kirin, derket. Gelê Kurd di her tengezariyê de xwediyê hêza derxistina rêxistineke lê xwedî derkeve ye. Di têkoşîna 41 salan de, PKKê hişyarbûneke mezin da gel. Ev hişyarbûna gel di heman demê de sîgorteya siberoja gelê kurd e.
Têkoşîna 41 salan di nav gelê kurd de çandek, exlaqek, awayekî nû yê danûstendina mirovan, hêza lêgerîna mafê xwe û têkoşîna bidestxistina mafên xwe da çêkirin. Ev têkiliyên civakî û mirovî bi xwefesihkirinekê ji holê ranabin, ewê di jiyana gelê kurd de bidomin.
Gava mirov gavên tên avêtin şîrove bike, divê ji rastiya civakê, demê û jîngehê dûr nekeve. Îro serokkomarê Amerîkayê ji bo çêtirkirina aboriya welatê xwe û berjewendiya cihûtiyê, diçe welatê Sûûdî yê navenda îslamiyetê û bi zimanekî dîplomatîk, bi hevdîtineke polîtîk armancên xwe bi wan dide pejirandin. Gava serokkomarê Amerîkayê ji navenda îslamiyetê herikîna milyar dolar pere ya nav aboriya dewleta Amerîkayê daxwaz kir, ne dron, ne balefir, ne tanq û ne jî top bi kar anîn. Bê guman ev tev di destê artêşa amerîkî de hene û li hêviya fermaneke Trump in, lê belê Trump bê ku pêwîstiyê bi bikaranîna van bîne, ji Sûûdî herikîna dolaran, ji Erdogan pejirandina polîtîkayên wî yên li Sûriyê, ji Colanî xwedûrgirtina ji xaka rojavayê Kurdistanê û serîtewandina li ber berjewendiyên Îsraîlê daxwaz û misoger kir. Colaniyê heta doh pêr wek terorist bi nav dikir û ji bo desteserkirina wî xelat dida, anî ber lingên xwe û fermanên xwe jê re rêz kir. Colanî tev bi dilxweşî pejirand, te divê li hesabê wî were, te divê neyê. Îslamîstên li hember mazlûman serjêkirinan pêk tînin


