Dîrokçeya sosyo-polîtîk a hîjyenê
Di van demên koronayê de ku ti kes nikare pêsîra xwe jê xilas bike, gelek term û remzên jirêzê jî cardin ketin rojevê.
I. Montenegro
Di van demên koronayê de ku ti kes nikare pêsîra xwe jê xilas bike, gelek term û remzên jirêzê jî cardin ketin rojevê. Tiştên ku di nav jiyana rojane da nayên bîra mirovan, di demên wiha da bêhtir mohîm in. Çimkî wekî hemû tiştên civakî ev term jî çêkirî ne û rastiya wan bi tenê girêdayî baweriya me ye. Hege em jê qanih bibin rast, nebin ne rast in. Wekî hemû ol, dewlet, şîrket û marqeyan.
Hîjyen jî yek ji wan terman e ku bivê nevê dîsa kete rojevê. Ev peyv bi xwe, bi wateya ku em îro bi kar tînin konsepteke nû ye. Ji hêla etîmolojiyê ve ji peyveke yewnanî ya latînîzekirî tê ku tê maneya hunera tendûristiyê. Êdî bi wateya paqijiyê tê xebitandin lê eseh maneya wê ji vêya firehtir e. Tê wateya hemû tiştên ku ji bo paqijiyê tên kirin. Bi vê nivîsê ez ê bi nihêrîneke kurt li dîrokçeya hîjyenê ya li Ewropayê binêrim.
Hîjyen, heya sedsala 19'em ne ewqasî di rojeva girseyan de bû. Jixwe çavkaniya nexweşînan jî pirrî caran nedihate zanîn. Ji bo tîmar û tedawiyê rê û rêbazên xeternak û bêfeyde dihatin xebitandin. Bi serda jî, alema zanistê demeke dirêj ji bandora mîkrob û organîzmayên biçûk hayedar nebûn. (Bakterî sedsala 17'em, vîrûs jî dawiya 19'em ancax hatin kifşkirin). Baweriyeke wilo berbelav bû ku nexweşîn ji bêhna pîs tê (teoriya mîazmayê).1
Loma di pandemiya qerase ya sedsala 14'em da ku qirra milletê anî û bi tevahî nêzî 150-200 milyon însan pê mirin, dixtorên bo dermankirina wê nexweşînê peywirdar, maskeyên mîna nikila qijikan didan ber pozê xwe û çîçekên bêhnxweş dixistin berê da ku xwe ji nexweşînê biparêzên. Îja dixtorên wê çaxê wilo bin, êdî millet çawa bûne hûn bifikirin.2
Di serdama navîn de gava ku şof û şewbek (epîdemî) dest pê dikir, dixtoran nedizanî ka nexweşîn çawa belav dibe. Hay jê tunebûn ka qirra milletê ji ber temaseke laşî ye an bi hewayê bixwe belav dibe. Loma gava ku dixtoran yek tedawî dikir, bi heman melzemeyan diçûn tedawiya kesekî/e din jî. Helbet nexweşîn bi vî hawî her belav dibû. Jixwemillet bixwe jî nedîzanî ka bertekeke çawa nîşan bide. Ji wan tirê sedema nexweşînan çavkaniya xwe ji derve digirt. Civakê bixwe wekî hemû demên qeyranê, kesên biyanî an belengaz tawanbar dikirin ku hêzeke wan a çekî an otorîter tunebû û ji qada giştî bêpar bûn. Çawa ku îro penaber wek sedema gelek pirsgirêkên modern tên dîtin, ew jî wisa. Her du gelemşe kurapê hevdu ne.
Ji ber vê hindê, civakên wê demê ji xwe re çareyek dît û sûr û dîwarên bajaran bi ser biyanî û xerîban de girtin. Kes an tiştên nenas bo niştecihan bûbûn cihê tirsê. Di encama vê baweriyê da dijminatiya “yên din” zêde bû û gelek kom û kesên ji perîferiyê bûn qurbaniya vê baweriya serdest. Bi hezaran cihû hatin qetilkirin. Extiyar û jinên bî ji bajêr hatin dûrxistin. Di Decamerona Boccacio da, ev tabloya hanê bi mît û efsaneyên seyr hatiye nivîsîn ku hin ji wan koka xwe ji kulturên rojhilatê digirin. Boccacio, wilo qal dike ku ev hesta bîyanîbûnê (alienation) ewqas belav dibe ku piştî demekê dê û bav bixwe zarokên xwe yên nexweş qebûl nakin. Keza zarok jî dê û bavên xwe. Kitêb di dema pandemiyê de qala deh hevalan dike ku di bin karantînayê de ji aciziyê her yek 10 çîrokan vedibêje. Bi temamî 100 çîrokên satîrîk, trajîk û erotîk. Xebateke muazzam e. Heman mijar di xebatên William Bowsky û Elizabeth Carpentier de jî bi awayekî akademîk cih digire.
Gereg ji ber çavan nefilite, di sedsala 14'em de, hêla zanistî ya vê epidemiyê nedihate zanîn. Loma ev nexweşîn bixwe ji bûyereke tendûristî bêhtir rewşeke civakî û polîtîk bû. Berovajî baweriyên belavbûyî, ev nexweşîn fîceten nehatiye û koka milletê neaniye. Bereks, heya destpêka sedsala 18'em bandora xwe li seranserê Ewropayê bi gurahiyên cihê daye hesandin û hingê li gor çavkaniyan ji sedî 30 heya 50'yî ji nifûsê daye ber xwe û ji holê rakiriye.
Helbet ji bo rewşên awarte bergiriyên awarte divê. Bi vê şewbê dezgeh û saziyên dewletê xurttir bûn. Çimkî hêzeke qerase diviyabû bo qontrolkirina civakê. Mîsal ji bo têkoşîna li dijî epîdemiyê dezgehêntaybet hatin damezirandin li bakurê Îtalyayê. Ev dezgeh ewçend xurt bûn ku ji şilikê heya şimikê dikaribûn li ser jiyana rojane biryarê bigirin wê dirûst bikin. Van dezgehan, bi rêya van epîdemiyan bere bere hêzên xwe xurttir kirin û bûn bingeha sîstema tendûristiyê ya Îtalyayê û paşê jî ya Ewropayê bixwe. Kesên ku li van dezgehan dixebitin jî tedrîcen dibin xwedî gotin û giraniya wan di siyasetê de jî çêdibe. Foucault, di dersên xwe yên ji bo College de France3 de behsa hêza qontrolkirina desthilatê dike4 û analîza desthilatdariyê bi rêya nexweşînên kotî, weba û xuriyê rave dike. Li gor wî, wexta ku şewbek xwe da der, desthilatdar dişê bergiriyên sedî sed jev cuda bigire ji bo dirûstkirina civakê. Mîsal gava ku weba derdikeve dewlet bi karantînayê nahêle kes derkeve (inclusion) lê gava ku kotîbûn belav dibe nahêle kes bikeve bajêr (exclusion). Ev jî nîşaneye vezelokîtiya (flexibility) hêza qerase ye. Rêziknameyên wê demê jî loda vê hêzê her zêde dikin. Çimkî


