‘Divê demildest korîdorekî alîkariya însanî û tibbî were vekirin’

Di Nobeta Mafê Jiyanê de ku Platforma Tendûristiyê ya Amedê li dijî êriş û dorpêça li ser Rojava daye destpêkirin de banga alîkariya însanî hate kirin.

1 deqe xwendin
‘Divê demildest korîdorekî alîkariya însanî û tibbî were vekirin’

Platforma Tenduristiyê ya Amedê li dijî êriş û dorpêça li ser rojavayê Kurdistanê, çalakiya Nobeta Mafê Jiyanê dabû destpêkirin. Endamên platformê îro nobeta xwe li pêşiya Nexweşxaneya Jin û Zarokan û Welidînê ya l navçeya Rezanê ya Amedê girt. Gelek kedkarên tenduristî û xizmetên civakî tev li nobetê bûn. 

 Di çalakiyê de divîzên ‘Şer pirsgirêkeke tenduristiyê ya gel e, tedawiya wê aştî ye’ û ‘Li Rojavayê mirin hebe, li Amedê jiyan nabe’ hatin hilgirtin û dirûşma ‘Bijî berxwedana Rojava’ hate hilgirtin. 

 Endama SESê Eylem Gocen di çalakiyê de axivî û got ku di serî de Kobanê û Hesekê, li Rojava ceyran û av hatiye qutkirin û ev jî rê li ber krîzeke mezin a tenduristiya gel vedike. Eylem Gocenê anî ziman ku ji ber birçîtî û sermayê heta niha 6 zarokan jiyana xwe ji des dane û bang kir ku demildest korîdorekî alîkariya însanî û tibbî were vekirin. 

 Eylem Gocenê got ku nayê qebûlkirin ji ber piştevaniya bi jinên rojavayî re der heqê kedkarên tenduristiyê de lêpirsîn were vekirin û xwest êriş bên sekinandin, Deriyê Sînor ê Murşîdpinarê were vekirin û ji bo vê xwest saziyên navneteweyî tavilê bikevin nava tevgerê. 

 Nobet, bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.