Divê deriyê Murşîtpinarê ji bo alîkariyên mirovî were vekirin
Saziyên ziman yên li Şirnexê banga rakirina dorpêça ser Rojavayê kirin û xwestin deriyê Murşîtpinarê ji bo alîkariyên mirovî were vekirin.

Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, Komeleya Ziman û Çandê ya Cûdî, têkildarî êriş û dorpêça li ser Kobanê daxuyanî dan. Rêveberên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl tevlî daxuyaniya li pêşiya avahiya Birca Belek bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Parastina Rojava parastina mirovahiyê ye divê dorpêça li ser Rojava bê rakirin” hat vekirin û dovîzên ser “Rojava rûmeta me ye”, Sînora rakin, deriyan vekin” hatin hilgirtin.
Êrişî destkeftiyên kurdan kirin
Daxuyaniyê Rêveberê Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Cahît Akil xwend. Cahît Akil bal kişand êrişên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên HTŞê, DAIŞê û Tirkiyeyê yê 6ê çileyê û got: Tevî hemû bangên li dijî êrişan komên paşverû êrişî taxan kirin, xaniyan talan kirin. Tirkiyeyê jî piştgirî da van êrişan. Bi van êrişan destkeftiyên Kurdan hatin hedefgirtin. Tehamûlî destkeftiyên jinan nakin.
‘Divê deriyê Murşîtpinarê vebe’
Cahît Akil got keziyên jinekê yên hatine jêkirin weke “xenîmetê” hatiye dîtin û wiha pê de çû: “Keziyên porê jinan bû remza pergala li vê derê hatiye avakirin. Tevî dorpêçê jî têkoşîn berdewam dike. Ji bo aştiyek pêk were divê Tirkiye piştgiriya xwe ya HTŞê bi dawî bike. Divê dest ji dijminatiya kurdan were berdan û dorpêç demildest were rakirin. Divê deriyê Murşîtpinarê ji bo alîkariya mirovî demildest were rakirin.
‘Rojava xeta me ya sor e’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez diyar kir ku ev demeke dirêj e dorpêça li ser Rojava didome û wiha got: “Gel li wê derê jiyaneke hevpar ava kirin û bi berxwedanê xwe parastin. Lê belê hêzên êrişkar xwestin bi êrişan vê pergala azad, demokratîk, wekhev ji holê rakin. Hêj jî metirsî li ser herêmê heye. Em ê dest ji wê derê bernedin. Rojava xeta me ya sor e. 30 roj in çete li wê derê dorpêçê didomînin. Gundan talan dikin, ev yek ji bo Tirkiyeyê rûreşî ye. Em van polîtîkayan lenet dikin. Divê demildest deriyên sînor werin vekirin. Heke li Rojava aştÎ pêş neyê derpêç bidome em nikarin qala aştiyê bikin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me yê” bi dawî bû.


