Divê kurd zêdetir werin ba hev
Kurdan çi kişandibe, ji destê neyekbûnê kişandine. Di dîrokê de tê gotin, ku gelê Med zêdeyî sêsed salan li dijî zilma koledariya Asûr şer kiriye, lê bi ser neketiye.

Kurdan çi kişandibe, ji destê neyekbûnê kişandine. Di dîrokê de tê gotin, ku gelê Med zêdeyî sêsed salan li dijî zilma koledariya Asûr şer kiriye, lê bi ser neketiye. Kengî Kyakser hatiye, êl û eşîr tev gihandine hev û piştgiriya welatên cînar stendiye, êdî bi ser ketiye û dewleta Med damezirandiye. Û ev dewleta hatiye damezirandin, piştre bi xiyanetê têk çûye. Wê demê du derdên kurdan hene. Yek: belavebûn, du: xiyanet. Ev her du di rastiyê de girêdayî hev in; gava yekîtî tine be, xiyanet bi pêş dikeve. Dewletên dagirkerên welatê me Kurd ji hev dan parçekirin, ne tenê parçekirina welêt, bajar bi bajar, gund bi gund, mal bi mal û di nav malê de bira li hember bira, xwişk li hember xwişk ji hev dan veqetandin û li dijî hev rakirin, da Kurd bi hev kevin û dagirker xwîna wan bimijin. Ev sed sal in û bi sedan salên berî vê jî Kurd her dem bi destên neyaran li dijî hev hatin rakirin, sazûmana cerdewaniyê ya ku di van rojan de diviya xaleke


