Diyar Koç ji nexweşxaneyê şandin girtigehê

Dadgehê Diyar Koç ku bi îşkenceyê hat binçavkirin, ji Nexweşxaneya Kampusa Sîncanê derxistin û şandin girtîgeha Sîncanê.

1 deqe xwendin
Diyar Koç ji nexweşxaneyê şandin girtigehê

Di 20ê Çile de leşker û polîsan li navçeya Nisêbînê Diyar Koç bi îşkenceyê binçav kirin. Dadgehê piştî lêpirsînê ew şand girtîgehê. Lê demeke şûnde dîsa ji bo dermankirinê ew şandin Nexweşxaneya Bajêr a Etlîk a Enqereyê û ji wir jî wî şandin Nexweşxaneya Kampusê ya Girtîgeha Sîncanê. Rayedarên nexweşxaneyê ji vir ew derxistin û şandin Girtîgeha Hejmar 2 a Sîcanê. 

Parêzerên wî ku pê re hevdîtin kirin, ragihandin ku tenduristiya wî ber bi başiyê ve diçe.