Dor dora dewletê ye!

Niha di navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiya Kurdistanê de hewldanên çareserkirina pirsgirêka Kurd heye.

1 deqe xwendin
Dor dora dewletê ye!

Niha di navbera dewleta Tirk û Tevgera Azadiya Kurdistanê de hewldanên çareserkirina pirsgirêka Kurd heye. Lewra gelek nîqaş di vê mijarê de tên kirin û bêguman van nîqaşan tevliheviyeke pir mezin ava kiriye. Li hêlekê baweriya civaka Kurd bi dewleta Tirk nayê û ji ber vê jî di nav xemeke mezin de ye. Li aliyê din jî dewleta Tirk ti gavên şênber navêje û şerê tunekirinê berdewam dike. Di hêla çareserkirina pirsgirêkên netewî de pêwistî bi rê û rêbazên zelal hene. Bêguman gelek rê û rêbazên avakirina aşitiyê hene. Anku di nav mînakên dinyayê de rê û rêbazên avakirina aştiyê cur bi cur in. Ev rê û rêbaz li gorî şert û mercên rêxistin, dewlet, herêm û rewşa siyasî ya dewletê yên wekî feraseta demokrasî, wekhevî, edaletê tên guhertin. Lewra gelek ceribînên çareseriyên pirsgirêkên neteweyan li ber destên me hene. Lê belê ji van hemû ceribînan cudatir Rêberê Tevgera Azadiya Kurdistanê Abdullah Ocalan rêbazeke nû daye pêşiya tevgera xwe. Beriya hemû gavan, gava yekemîn çekdanîn û fesixkirina