Dueta "Las Panderas“ û "Ya talêel al-jabal“

Hefteya derbasbuyî dueteke du hunermendên jin di medyaya civakî de bala gelek mirovan kişand. Duet ji du stranên erebî û îspanyolî pêk dihat.

1 deqe xwendin

Hefteya derbasbuyî dueteke du hunermendên jin di medyaya civakî de bala gelek mirovan kişand. Duet ji du stranên erebî û îspanyolî pêk dihat. Li gorî agahiyên der barê çîrokên stranan de hatin belavkirin, strana erebî ya bi navê "Ya talêel al-jabal" (Stranbêj Terez Slîman) tê wateya “ey kesên derdikevin çiyê” . Tê gotin ku di destpêka sedsala 20'emîn de, hîn dema Filistîn mandaya/koloniya Brîtanyayê bûye, jinên filistînî ji bo girtiyên zindanê vê stranê, li pêş zindanan stirîne. Paşê ev stran bûye yek ji sembolên tekoşînê ya li dijî dewleta Îsraîlê. Heta jinên filistînî hin peyamên veşarî di nav gotinên stranê de belav kirine û bi vî awayî peyamên xwe ragihandine girtiyên di nav zindanên Îsraîlê de ne. Strana bi navê “Las Panderas” (Stranbêj: Sofia Adriana Portugal) îspanyolî ye û tê wateya “nanpêj”. Dîsa li gorî agahiyên tên nivîsandin, ev stran straneke gelêrî ye, jinên nanpêj dema hevîr çêkirine û nan