Dûran Kalkan: Têkoşîna Rêber Apo ev pêvajo derxist holê

Dûran Kalkan der barê rojevê de nirxandinan kir û got: “Em behsa pêvajoyekê dikin, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Rêber Apo vê pêvajoyê dimeşîne. Têkoşîna Rêber Apo ev pêvajo derxist holê.”

1 deqe xwendin
Dûran Kalkan: Têkoşîna Rêber Apo ev pêvajo derxist holê

 

Endamê Akademiya Zanistên Civakî yên Abdullah Ocalan Duran Kalkan, salvegera 27emîn a Komploya Navnetewî ya 15ê Sibatê, pergala îşkenceyê ya Îmraliyê û geşedanên li Rojava û Sûriyeyê nirxandin.

Nirxandinên endamê Akademiya Zanistên Civakî yên Abdullah Ocalan, Duran Kalkan ên ku di Medya Haber TVyê de hatin weşandin bi vî rengî ne:

Belê sîstemeke 27 salan heye, sîstema Îmraliyê. Helbet berxwedaneke 27 salan jî heye û di encamê de pêvajoyek jî heye. Her kes vê mijarê nîqaş dike, rewşa li Îmraliyê çiye? Têkildarî vê yekê hûn çi dibêjin?

Destpêkê ez berxwedana dîrokî ya Îmraliyê û Rêber Apo silav dikim. Bi rastî jî di salvegera 27an de divê sîstema Îmraliyê rast were nirxandin û fêmkirin. Divê em bizanin 27 salan sîstemek wisa çawa çêbû û di nava wê sîstemê de berxwedanek çawa hat raberkirin. Jixwe tê zanîn, sîstema Îmraliyê sîstema îşkence, tecrîd û qirkirinê ye. 27 sal in tê xwestin ku azadî û hebûna gelê kurd li Îmraliyê were fetisandin. Tê xwestin ku di şexsê Rêber Apo de li dîrokê were binaxkirin. Ji ber ku Rêber Apo nûnerê hebûn û azadiya gelê kurd e, ji ber ku nûnerê îradeya kurdê azad e, 27 sal in li sîstema tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê tê ragirtin.

27 sal in li sîstemeke wiha ya tecrîd, îşkence û qirkirinê çawa hat jiyankirin? Çawa li hemberî zext û zordariya vê sîstemê berxwedan hat raberkirin? Divê em van hemûyan baş fêm bikin. Li vir jiyanek normal, girtîbûneke normal tune ye. Di her kêliya 24 saetê de sîstemeke tecrîd, îşkence û qirkirinê heye. Her cure şerê psîkolojîk, îzolekirin tê meşandin, ev jî armanc dike ku bîne rewşek welê ku nikaribe bifikire. Yanî armanc dike ku zanebûna wî tune bike. Girtinên din armanc dikin ku têkiliyên mirovî qut bikin. Lê sîstema Îmraliyê ne tenê qutkirina peywendiya bi civakê û kesên din re, di aliyê ruh û hest de armanc dike ku tune bike. Rêber Apo di parêznameyên xwe de behs kir li hemberî vê yekê çawa jiyan kir û li ber xwe da, her kes divê dubare dubare lêkolîn bike û hewl bide fêm bike. Divê ti kes li ser sîstema Îmraliyê û berxwedana Rêber Apo ya li wir, sivik neaxive. Ya herî xeter, axaftina sivik e. Rêber Apo 27 salan di nava sîstemeke wiha de tenê jiyan nekir, her roj xwe nû kir û tiştên nû hilberandin, şoreşa zihnî ya herî xurt a dîrokê pêk anî û jiyan kir. Guhertina paradîgmayê pêk anî. Paradîgmayek nû, sîstemeke fikirandinê pêş xist ku têkoşîna bindestan a ji bo wekhevî û azadiyê bi ser bikeve. Yên ku Rêber Apo birin Îmraliyê armanc dikirin ku wî bînin rewşeke nekare bifikire, lê Rêber Apo tişta ku bi milyonan mirov ji derve nikare bifikire, li wir fikirî û ronahî afirand. Yanî hilberandineke wiha pêk anî. Di salên dawî de her kesê berê xwe daye Îmraliyê, hewl didin fêm bikin ka Rêber Apo çi difikire, çi dibêje. Ji çar aliyên cîhanê mirov dixwazin dengê Rêber Apo bibihîzin, fikrên wî hîn kûrtir bizanin. Ji ber ku bersiva pêdiviya azadiyê ya her kesê dide. Berxwedana Rêber Apo aha di vê astê de sîstema Îmraliyê ya tecrîd, îşkence û qirkirinê vale derxist. Dihat xwestin ku ji hemû peywendiyan bêpar bihêlin, lê Rêber Apo ji bo rêya rizgariya bindestan û her kesê gavek nû avêt. Rastiya Rêbertî kir kûreyî. Ev girîng e.

Em behsa pêvajoyekê dikin, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Rêber Apo vê pêvajoyê dimeşîne. Têkoşîna Rêber Apo ev pêvajo derxist holê. Eger berxwedana Îmraliyê bi vî rengî pêş neketiba, yanî eger armancên qirkirin û tecrîdê vale dernexistiba, pêvajoyeke bi navê Aştî û Civaka Demokratîk çênedibû. Ji bo gelê Kurd, gelê Tirk û mirovahiyê wê hêviyeke nû ya rizgariyê çênebiba. Ev pêvajo li ser serketina berxwedana Îmraliyê pêk hat. Sîstema Îmraliyê 15ê Sibata 1999an hate avakirin, yanî em di salvegera 27an de ne, banga Aştî û Civaka Demokratîk jî 27ê Sibata 2025an hate kirin, ev dibe salvegera yekemîn, wisa em di salvegerên dîrokî de ne. Pêvajoyeke welê hate avakirin ku gelê Kurd, jin, ciwan, dostên Kurdan, hêzên sosyalîst û demokratîk ji bo serketina vê pêvajoyê dixebitin.

Başe, gelo encam çi ne, di rewşa li Îmraliyê de guhertinek heye? Şandeya DEM Partiyê hevdîtinan dike, hevdîtinên cur be cur çêbûn. Şandeya Komîsyona Meclîsê jî çû hevdîtinê. Peyamên Rêber Apo hîn zêdetir hatin ragihandin. Parêzeran jî hevdîtin kir. Rêber Apo ji beşên cuda cuda re peyam şandin. Guhertinek di vî alî de heye. Rêber Apo ji gel û hêzên sosyalîst re peyam şandin. Her wiha PKK jî bi rêve bir. Kongreya 12an hat lidarxistin, li ser bingehê guhertin û veguhertinê Rêber Apo di vê pêvajoyê de biryarên radîkal da. Lê ev qas e yanî. Ma ji vê wêdetir encamek çêbû? Hîna na. Bi berxwedana Îmraliyê armanca komplogeran vale hat derxistin. Lê sîstema Îmraliyê nehate rakirin. Komploya navneteweyî ya ku sîstema Îmraliyê çêkirî, bi temamî tune nebû. Herwiha pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî encama ku tê xwestin û hêvîkirin, hîna nedaye. Tunebûna Komploya Navneteweyî, wê bi tunebûna sîstema Îmraliyê pêk were. Serketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî wê welê pêk were ku Rêber Apo bikare di şert û mercên azad de bixebite. Yanî li vir pîvana serketinê teqez ew e, divê ev were dîtin. Di vî warî de gelo encam derket holê? Hîna na. Lê tiştên ku di vê sala borî de hatîn kirin, ne kêm in. 

Di vê sala borî de tiştên ku çi kesê xeyal nedikir, pêk hatin. Evane bi sîstema fikirandinê ya Rêber Apo pêk hatin. Evane hemû bi lez pêk hatin, ji ber ku eger dirêj kiriba wê provokasyon jî çêbiban. Derdorên ku ji qirkirina kurdan tîmar dibin, li her derê hene. Evane ji bo sabotekirinê di nava pêşbirkê de ne. Di nava vê salê de gotineke ku nehatî gotin, yan jî provokasyoneke ku nehatî kirin, nehiştin. Dixwestin pêvajoyê tune bikin. Lê encam negirtin. Helbet pêvajo dewam dike. Ji aliyê me ve, jixwe em xebatên xwe yên guhertin û veguhertinê dimeşînin. Li aliyê din jî, daxuyaniyên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî çêbûn, destpêkê jî bangên wî hebûn. Hefteya borî jî daxuyaniyên wî yên ji bo raya giştî hatin dayîn. Got, Rêber Apo di çarçoveya tevkariya xwe ya ji bo pêvajoyê de ji mafên xwe sûdê werbigire. Jixwe beriya 2 salan divê Rêber Apo derketiba, divê di aliyê hiqûqî de sîstema Îmraliyê hatiba belavkirin. Niha ji bo mafê hêviyê bang dike. Lê di aliyê pratîkê de gav nîn in. Me ev bang cidî girtin, Rêber Apo ev bang cidî girtin, lê em li bendê ne ku ev bang bikevin pratîkê. Em difikirin ku divê gotinên vale nebin. Serokê partiyeke ku zêdeyî 40 salan li dijî kurdan siyaset dimeşand, got daxuyaniyên Rêber Apo ji bo xwişk-biratiya kurd û tirkan girîng e. Evane girîng bûn, lê gotin têrê nake pratîk tê xwestin. Divê di salvegera yekemîn a pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de sîstema Îmraliyê were rakirin, divê Rêber Apo bigihije jiyana azad û şert û mercên azad ên ji bo xebatê. Me gelek caran got, ji bo meşandina vê pêvajoyê ev girîng e. Hevalên me bêrawestan îfade dikin. Civak, gelê kurd, derdorên demokratîk ji me hîn zêdetir jî dibêjin. Rêber Apo azad nebe, di şert û mercên azad de nexibite, pêvajo pêş nakeve. Bi wesîleya salvegerê em vê car din destnîşan bikin.

Komîsyona Meclîsê hat avakirin, ew qas xebitî. Bi Rêber Apo re jî hevdîtin kirin, her çendî netêrker jî be. Guhdarî her kesê jî kirin, niha raporê amade dikin, ragihandin ku wê rapora xwe ya dawî amade bikin. Dibêjin wê mafê hêviyê têde cih bigire. Dibêjin, peyman heye, em nizanin. Partiyên li meclîsê têkildarî çi peyman çêkirine, wê di raporê de çi hebin, em nizanin. Lê em difikirin ku eger peyman çêkiribin, wê ji wir derketineke demokratîk çêbibe. Bendewariya me di vê çarçoveyê de ye, lê wê çi derkeve em nizanin. Lê niha, heta mirov nebîne û baxive, rast nîn e. Lê madem ku amade dikin, bila vê bizanin, şert û mercên jiyana azad û xebata azad a ji bo Rêber Apo, di biryarên Kongreya 12an a PKKê de jî hebû, divê Rêber Apo pêvajoyê bi rêve bibe. Eger wisa nebe, ti pêşketineke mayînde çênabe. Dibe pêvajo dewam bike, lê encamên mayînde nade. Herhal Komîsyona Meclîsê jî ev yek fêm kiriye, em li bendê ne ku wisa encam derkeve. Bangên Devlet Bahçelî jî yên têkildarî vê yekê zelal bûn. Jixwe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Konseya Ewropayê jî têkildarî mafê hêviyê hişyariyên wan ên ji bo Tirkiyeyê hene. Divê siyaseta Tirkiyeyê biryarek daba. Serokkomarî madem ku bi rastî jî pêvajoyek wiha dixwaze, aştiyê dixwaze, xwişk-biratiyê dixwaze, rawestandina çekan dixwaze, çareseriyê dixwaze, wê demê divê pêşî li Rêber Apo vekin.

Ez her kesê ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşe, silav dikim. Banga min ji bo gelê me, dostên me, jinan, ciwanan û her kesê ev e, ji bo Rêber Apo bikare di şert û mercên azad de bixebite divê çalakî bê navber werin mezinkirin. Ev karê têkoşînê ye. Lewma em çiqasê têbikoşin, em ê ewqasê zû û têrker encamê bigirin. Divê mirov ji ti derên din hêvî neke. Bi wesîleya salvegera 27an a sîstema Îmraliyê jî, ji bo tunekirina sîstema Îmraliyê û ji bo afirandina şert û mercên ku Rêber Apo bikare bi rengekî azad bixebite, her kes divê hîn bi bandortir û xurttir têbikoşe.

Gelo tiştên ku 6ê Çileyê û piştre li Sûriyeyê qewimîn, nîşan dide ku komploger di komployê de israr dikin? Ji ber ku Rêber Apo ev yek weke duyemîn komploya 15ê Sibatê nirxand. Em dizanin ku ev pêvajo 4ê Çileyê bi peymana li Parîsê re pêk hat.

Belê, divê gotina duyemîn komploya 15ê Sibatê rast were fêmkirin û nirxandin. Bi taybetî 6ê Çileyê êrişên ku ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpê kirin û belavî Sûriyeyê bûn, êrişên rêveberiya Ehmed El-Şera, li cihekê hatin rawestandin. Biryara van êrişan 4ê Çileyê li Parîsê hat dayîn. Berê jî hatibû amadekirin, lê biryara wê hingê hat dayîn. Ev jî rastiyek e. Çima ji vê êrişê re duyemîn komploya 15ê Sibatê hate gotin? Ji ber ku dişibin hev, divê mirov vê şibandinê bibîne. Em hinekan bijmêrin:

1- Yên ku Komploya 15ê Sibata 1999an pêk anîn û yên ku 4ê Çileyê malûvanî ji peymana li Parîsê re kirin, heman hêz in. DYA, Fransa, Îsraîl li wir jî hene. Yanî hêzên li pişt komploya 15ê Sibatê û êrişên 6ê Çileyê, heman hêz in.

2- Komploya 15ê Sibata 1999an êrişî kê kir, êriş bir ser Rêber Apo yê ku çûbû Romayê û ji bo çareseriya pirsgirêka kurd prosedura 8 maddeyî pêşkêş kiribû. Yanî komployê êrişî çareseriya pirsgirêka kurd û demokrasiya Tirkiyeyê kir. Niha êrişên 6ê Çileyê yên ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpê kirin jî, tê wateya êrişa li dijî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27ê Sibata 2025an. Ji bo sabotekirina vê pêvajoyê, ev êriş hatin meşandin.

Belê, bi van êrişan kurd hatin hedefgirtin. Di şexsê kurdên Sûriyeyê de, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di şexsê civaka rojavayê Kurdistanê de hemû kurd hatin hedefgirtin. Niha ez dixwazim behs bikim, gelo ti hedefên wê yên din hene? Komploya 15ê Sibatê çi hedef dikir, dixwest îradeya kurdan bişkîne û qirkirina kurdan bidomîne. Lê komplo tenê li dijî kurdan nebû. Rêber Apo got, qasî ku li dijî kurdan, ev komployeke li dijî Tirkiyeyê jî ye. Serokwezîrê demê yê Tirkiyeyê Bulent Ecevît got, min fêm nekir Amerîkayê çima Apo radestî me kir û piştre mir. Yanî girt erê, lê fêm nekir. Çi fêm nekir? Asta komployê ya li dijî Tirkiyeyê fêm nekir. Fêm nekir, bi wî rengî radestkirina Rêber Apo, wê çi baran ji Tirkiyeyê re bîne.

Niha li Tirkiyeyê hêzên rantê, yên ji şer tîmar dibin û dijminê kurdan, ji ber ku li Sûriyeyê xwîna kurdan hate rijandin, pir kêfxweş bûn. Gotin ku bi tiştên li Sûriyeyê re qewimîn, Tirkiyeyê destkeftiyên mezin bi dest xist. Yên ku van tiştan dibêjin, siberojê nabînin, çavê wan kor e. Çawa ku komploya 15ê Sibatê demokrasiya Tirkiyeyê hedef girtibe, peymana 4ê Çileyê ya Parîsê, êrişa 6ê Çileyê, aştiya li Tirkiyeyê û demokrasiya wê, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk hedef girt. Armanc kir ku demokratîkbûna Tirkiyeyê asteng bike. Ev pir eşkere ye. Niha weke ku serketin bi dest xistine, tê dîtin. Lê tiştek wisa nîne. Xwe dixapînin. Pirsgirêka Bekayê ya ku 1ê Cotmeha 2024an ji aliyê Devlet Bahçelî ve hatî ragihandin, bi peymana Parîsê ya 4ê Çileyê re du qat zêde bû.

Encama ku evane ji Tirkiyeyê re bînin, hîna nayê dîtin. Eger îradeya kurd were lewazkirin, eger hebûna kurd evqas bikeve bin gefê, wê çawa hebûna tirk xurt bibe, ka digotin bêyî kurdan tirk nabin, bêyî tirkan kurd nabin, Ziya Gokalp ev yek anîbû ziman. Ka digotin, xwişk-biratiya kurd û tirkan esas e. Em ji vê bawer dikin yanî. Eger wisa be, kurdê lewaz nabe tirkê xurt. Divê wisa nebe yanî. Lê kesên ku îdîa dikin wisa ye, hene. Ev xwexapandineke mezin e. Hesabek şaş e. Erê, hinekê pêşî vekirin, Tirkiye hinek din jî li Sûriyeyê bi bandor kirin, bi peymana 4ê Çileyê re, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî li wir bû û hevkarî kir, yanî em bêjin qaşo hinekê kurd li Sûriyeyê lewaz kirin. Ma evqas e? Ji bo niha evqas dibe. Gelo Tirkiyeyê pirsgirêka xwe ya bekayê çareser kir? Tiştên ku di Şerê Cîhanê yê 3yemîn de li Tirkiyeyê hatine ferzkirin, ji holê rabûn? Na. Yên ku beriya salekê ji bo têkbirina Baas, El Şera şandin Sûriyeyê, bi destê Tirkiyeyê dan kirin. Niha jî didin kirin. Bi Tirkiyeyê didin kirin, piştre wê dora kê were? Wê dora Tirkiyeyê were. Yê ku kêmekê ji Tirkiyeyê hez dike, divê hinekê fêm bike û bibîne. Wê berdêlên hîn girantir bi Tirkiyeyê bidin dayîn. Sewra duyemîn tê. Niha li ser Îranê zext çêdibin, wê li ser Tirkiyeyê hîna çi biqewimin, wê Tirkiyeyê bînin çi rewşê, pir zelal tê dîtin. Ji vî alî ve tiştên li Sûriyeyê diqewimin, ji Komploya 15ê Sibatê cuda nîn e. Ne tenê bi aliyê li kurdan, bi aliyê li dijî Tirkiyeyê jî wisa ye. Lê ti kes vê nanirxîne, naxwaze bibîne, naxwaze fêm bike. Tişta şaş û xirab ev e. Divê wisa nebe. Bi rastî jî kesên wisa nêz dibin, xwexapandina herî mezin jiyan dikin. Sibê dema pirsgirêk hatin ber derî, wê bibînin lê hingê wê pir dereng be.

*Niha, piştî 6ê Çileyê nîqaş çêbûn, bi rengê ku Şoreşa Rojava û xeta Netewa Demokratîk têk çû, nîqaşên pir berfireh hatin kirin. Hûn nîqaşên wiha çawa dibînin?

Berxwedanek pir mezin hate raberkirin. Kurdan di vê meha dawî de gelek şehîd dan. Ez berxwedana kurdên Rojava û gelê suryanî û ereb ên ku bi berxwedanê re tifaq çêkirin, silav dikim. Berxwedanek pir mezin bû. Li dijî êrişa DAIŞê wateya berxwedanê çibû, berxwedana ku di vê mehê de ji Şêxmeqsûd û Eşrefiyê destpê kir jî xwedî heman wateyê bû, heman rol lîst. Tevî şehîdan jî ev berxwedan hate raberkirin. Ez di şexsê Ziyad Heleb û Denîz Çiya de şehîdên li wir bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim. Bi rastî jî wan rûmeta Helebê temsîl kir, rûmeta Şêxmeqsûd û Eşrefiyê temsîl kir. Rûmeta gelê kurd temsîl kirin. Rûmeta mirovahiyê temsîl kirin. Di rastiyê de kurd ji bo parastina Helebê ji hêla osmaniyan ve li Helebê hatin bicihkirin. Yên ku dibêjin, em şopînerên osmaniyan e, vê yekê ji nedîtî ve tên. Ev rewşeke şermê ye. Ev rewşeke ku divê ders jê were derxistine. Di vê çarçoveyê de vê bibêjim ku bi rastî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya gelê kurd li hemberî hovîtiya DAIŞê şerê serketî yê dîrokî kir. Mirovahî ji hovîtî û faşîzma DAIŞê rizgar kir. Her kes deyndarê vî gelî û şervanên wê ne. Divê binê vê yekê bê xêzkirin. 

Kurd heta çend sal berê jî wekî bîryardariya vê yekê dihat destnîşankirin. Ev ne rewşeke were jibîrkirine. Divê em binê vê rastiyê xêz bikin. Li aliyê din, ezmûna Rojava ya 13-14 salan a têkoşîna hebûn û azadiyê û ezmûna şoreşa Rojava bi rastî jî ezmûneke dewlemend e. Di çaryeke yekem a sedsala 21emîn de derket holê û ji mirovahiyê re bû hêvî. Bi rastî jî wekî stêrkekê biriqî. Ji çar aliyên cîhanê jin, ciwan, rewşenbîr, fîlozof û hwd. ji bo bibînin û fêm bikin hatin wir. Mîna şoreşa Rûsyayê ya ku di çaryeke yekem a sedsala 20an de pêk hat, li wir jî mirovahî li rêya rizgariyê geriyabû. Tevî ku li cihekî gelekî biçûk û teng de bû jî Şoreşa Azadiyê ya Rojava teqez bi qasî wê bandorek kir. Bûyereke mezin bû, pêşketineke mezin bû, pêngaveke mezin bû, îradeya şoreşgerî bû û înîsiyatîf bû. Encamên girîng derxist holê. Di pêvajoya pêşiya me de ev yek wê gelekî bê nirxandin û nîqaşkirin. Serketinên wê, serneketina wê, kêmasî ê nebesiyên wê, aliyên wê yên erênî û neyînî wê hemû bibin mijara nirxandin û nîqaşan. Divê teqez ders jê were derxistin û wê were derxistin jî. Di vê wateyê de ezmûneke gelekî dewlemend ku hişmendiya mirovahiyê derxist holê hat jiyîn. Divê mirov vê yekê jî bibîne. 

Li aliyên din di meha dawî de bi rastî jî di berxwedana li hemberî êrişkariya faşîst a DAIŞê derketiye holê de pêşketinên mîna îradeya kurdan, bîra kurdan, yekîtiya kurdan û yekîtiya gelê kurd a bi gelên cîran re, veguheztina hebûn û azadiya kurd ji bo cîhanê, ji cîhanê destek girtin û bi taybetî jî îradeya jinên azad derket pêş û hat xuyakirin, şoreşa azadiyê jinan ji hişmendiyê derket veguherî fîliyatê hatin jiyîn. Hin derdor tenê hejmar, hêza çekê û hikumraniya HSDê dibînin. Şoreşê tenê ji vê pêk tê binînin. Li gorî min ev hemû nepixandinek bû. Yên ku xwe dispêrin vê yekê li hemberî tiştên hatine jiyîn gotinên wekî paradîgmaya neteweya demokratîk nehatiye jiyîn, xeta modernîteya demokratîk pêşketin çênekiriye û ne li gorî mercên heyî ye, avêtin holê. Ev aliyê bi tevahî xwe bi desthilatiyê û dewletê sînor kirine. Di hişmendî, hest, xet û her tiştên xwe bi desthilatê û dewletê ve girêdane. Bi artêşê û çekê ve girêdane. Lê paradîgamaya modernîteya demorkatîk di rastiyê de ne wisa bû. Rêber Apo vê yekê zelal pênase kir; “Heke hêza me ya ku cîhanê têk bibe hebe em êrişî ti kesî nakin, cîhan bibe yek û bi ser me de were em ê ti carî dev ji mafên xwe yên demokratîk bernedin û li ber xwe bidin”. Niha cîhan bûye yek û bi ser kurdên Rojava de biçin. Li gorî vê xetê bi qeheremanî li ber xwe didin. Lê êrişî ti kesî nekirin. Yanî li hemberî hovîtiya DAIŞê tifaqeke berifeh ava bû. Ev yek DYA û Ewropayê jî digire nav xwe. Ev jî ezmûneke pir girîng bû. Yanî ne şaş bû. Ev çend sal in xuya bû ku ev tifaq baş nedimeşiya. Ev yek li holê bû. Rewş vi rengî ye. Niha dibêjin ku çima tedbîr nehatin girtin. Belê, bi rastî jî êrişên li ser gelên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê hovîtî bûn. Pêşnegirtina vê yekê ji bo me, her kesî û her kesê ku ji xwe re dibêje ez mirov im divê ezaba wijdanê be. Me peymana reş a Parîsê nizanîbû. Piştî derket holê rewşa rastîn hat dîtin. Ji bilî wê tiştên yanî wisa nebûn. Hin agahî şaş in. Mesela, Fermandarê HSDê gelek caran bi xwe got, “Em vekişiyan.” Ji gelek qadan ew bi xwe vekişiyan. Yanî ereb serî ranekirin û ev rêveberî hilneweşandin. Li ti deverê di navber kurd û ereban de pêvçûn çênebû. Ji civaka ereban ti kes gule bera kurdan û şervanên kurdan nedan. Ez dikarin vê yekê vekirî bibêjim. Gelek ereb ji bo berxwedanê bi kurdan re vekişiyan rojavayê Kurdistanê. Her ku hêzên rejîma Şamê hatin hin mezin, reîs û axayên eşîran bi rejîmê re li hev kirin û ji pişt ve gule bera hêzên ku vedikişiyan dan. Yanî ewqas e. Ez dixwazim vê bibêjim; Yek, HSD bi xwe vekişiya. Sekna wê ya wisa mijara nîqaşê ye. 

Di aliyê paradîgmaya modernîteya demokratîk de mijareke nîqaşê ye. Yanî divê vê yekê bizanibin; hêzên parastina Rojava, HSD, PYD hewl da paradîgmaya modernîteya demokratîk pêk bînin, lêbelê çi qas pêk anî, ji sedî çiqas pêk anî û çiqas rast û serketî pêk anî ev mijarên nîqaşê ne. Ji sedî 5-10 jî derbas nekir. Mîna ku xet pêkanîne û bi serneketiye nîşan didin. Ne wisa ye. Pêkanîn gelekî kêm bû. Yanî bi aliyên cuda ve şemitî. Yanî di navbera kurd û ereban de pêvçûn dernexist. Yên dixwestin vê bikin hebûn. Hîn jî xwişk-biratiya gelan berdewam dike. Hişmendiya neteweya demokratîk di nava kurd û ereban de hîn jî xwişk-biratiyê didomîne. Aliyê ku rêveberiya Şamê tengasî kijan ev alî bû. Rewşa rast ev e. Nêzîkatiya tenê li van binêrin, tu tiştek nekin, tenê bi çalakiyên leşkerî rêveberbûn, girêdana pêşveçûn û paşketinan pê re, ne nêzîkatiya modernîteya demokratîk e. Ev dikarim vê zelal îfade bikim. Di vê xalê de, divê vê bibînin; belê paşketineke wisa çêbû lê, di mehekî de gelê Rojava, kurd çi jiyan kirin, cîhan çi jiyan kir, wekî di têkoşîna li dijî DAIŞê de çar parçeyên Kurdistan, kurdên li seranserê cîhanê û derdorên demokratîk rabûn ser piyan. Rabûneke mezin çêbû. Meşên ku 1ê Mijdarê roja Kobanê derbas dike, çêbûn. Ev mehekî ye gelê kurd, derdorên demokratîk û dostên wan li ser piyan in. Kolan û qadan tijî dikin. Li Bakur, li Başûr, li Rojava, li Ewropa û seranserê cîhanê wisa ye. Şoreşeke mezin tê jiyîn. Yekîtiya neteweyî ya mezin derket holê. Helwesta gel derket holê. Jin pêşengiya van hemûyan dikin. Şoreşa Jinan a Rojava, bi van meşan re, zêdetir li çar parçeyên Kurdistanê û seranserê cîhanê belav bû. Nedîtina van rastiyan, nedîtina vê têkoşînê, pir şaş e. 

Nêzîkatiya ku hêza şorşegerî dadixe çek û artêşê û hêza gel, jin, ciwanan û girseyê nabîne, ne nêzîkatiyeke rast e. Belê, bi leşkerî û rêveberiyê guhertin çêbûn, li gorî berê paşketin di rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çêbû, lê kurd ji nû ve şoreşa ruh, hest û yekîtiya neteweyî jiyan. Belavî her li ku derê bibûn jî, wekî îradeya kurd xwe ji nû ve bi awayekî pir xurt kirin yek. Civak ket pêşiya siyasetê. Wisa bûn ku talîmatê bidin siyasetê. Gotin, Kurdistan yek e, gelê kurd yek e, em ê bibin yek û têbikoşin. Vê dîtin; hêza gel, hêza têkoşînê, careke din xwe da der. Ev ji bo me pir girîng in. Çalakiyên tevgera şoreşgerî tê jiyîn. Bûyerên li Sûriyeyê bû wesîleya vê. Ev êrişên paşverû bi çalakiyên şoreşgerî û rabûna gel hate pêşwazîkirin. Kesek din nedikarî vê bike, tu hêzên din nedikarî bike. Ereb jî girêdayî xeta neteweya demokratik man, kurd ji. Ji pêvçûna kurd û ereb zêdetir, xwestin pevçûna kurd û tirk derxin. Hin kesên netewperest ên li Tirkiyeyê ku pevçûnan geş dikin, wekî sîxûrek bûn. Meş û berxwedana heyî pêşî li van girt. Destwerdanên Rêber Apo pêşî li van girt. Dibêjin ku xeta Apoyî nemeşiya, na Rêber Apo di şert û mercên heyî de jî rolekî ku pêvajoyê rast dimeşîne û geşedanan ber bi rêya rast ve dibe, lîst. Tevî ku ev qas derfetên kêm di destê wî de hebû jî, wan jî bi rengekî ku encameke erênî jê derxe bi kar anî. Divê vê bibînin û fêm bikin. 

Di encamê de vê bibêjim; bi rastî jî rabûna gel a di nava mehekî de, bi tu xebatan jî pêk nedihat. Em timî difikirin ecaba em çiqas bixebitin û çi bikin dikarin vê pêk bînin, lê ev pêk hat. Rabûna gel a bi xwe ye. Refleks, hest, fikir û îradeya wan bi xwe ye. Bi zora tu kesê çênabe, geşedan bandor dikin. Helbet têkoşîna azadiyê beralî kir, hişmendî da, tecrube da qezenckirin. Li ser wê bingehê pêşketin çêdibin. Ev meş hemû wisa derkevin holê. Lê ev yek derket asta herî jor. Yên ku gotin em ê Kurdistanê bikin parçe, yên ku kirin çar parçe, yên ku kurdan belavî seranserê cîhanê kirin, yên ku digotin em ê wan qir bikin, yên ku komployên navneteweyî kirin, têk çûn!

Kurd wekî neteweyê demokratîk, hişmendî û rêxistinbûna herî xurt, yekbûna ruh û hestê, di xwedîderketina rojavayê Kurdistanê de nîşan dan. Bi rastî jî di vê mehekî de, di serî de jin û ciwan, her kes, dost û gelê me ku kolanan tijî kirin, xwedî li rojavayê Kurdistanê derketin, ji bo vê çalakiyan kirin, pîroz û silav dikim. Di nava rabûneke mezin de ne, bila vê rastiyê bibînin. Rabûneke mezin a şoreşgerî çêbû. Di nava şoreşê de şoreşên nû çêdibin. Divê em van rastiyan bibînin, di vî aliyê de, vê helwesta kurdan, çawa ku têkoşîna Rêber Apo û têkoşîna kurdên ku wî dişopînin, bandorên cuda ên komploya navneteweyî ya 15ê Sibatê ji holê rakir, an jî têk bir, li dijî lîstokên peymana 4ê Çileyê ya Parîsê li seranserê cîhanê û çar parçeyên Kurdistanê rabû ser piyan. Berxwedana gelan vê komployê têk bir. Hê ji niha ve bêbandor kir. Ger wisa dewam bike, wê zêdetir wiha bike. Divê ev rast were fêmkirin. Bi taybet her kesên ku di nava têkoşîneke wiha de ne bi vî rengî bibînin, hişmendiya xwe zêdetir bikin û birêxistin bikin. Divê her kes ji bo ku vê rabûna şoreşgerî, şoreşa jinan, şoreşa gelan a azadiyê, belavî her derê bike, zêdetir belav bike û birêxistinkirî bike, tişta ku ji destê wê tê xurtir bike û bi vî rengî bidomîne. Ya rast ev e. Ez her kesên ku li ser vê bingehê têdikoşin, silav dikim.

We balê kişand ser qismekî dîmena ku piştî 30ê Çileyê li Rojava derket, hûn dikarin li ser qismên din çi bibêjin?

Ez dikarim vê diyar bikim; gel helwesta xwe raber kir, şoreşekî mezin dijîn, wê ev dewam bike. Li gorî divêtiya pêvajoyê jî bi vî rengî ye. Divê em vê rast fêm bikin. Ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşîn, rêxistinbûn, fedakarî û wêrekiyekî zêdetir heye. Divê em vê bi vî rengî bibînin. Yanî hêz ne di çek û perê de ye. Hêza gerîla jî ne ji ber çek bû, ji hişmendî, wêrekî, fedakarî, civakîbûn, hevparbûn, jiyan û helwesta wan a îdeolojîk tê. Ya esas ev e, hêz di vir de ye, divê em vê pêş bixin, divê em hêzê li cihê şaş negerin. Divê dûrî nêzîkatiyên desthilatdar, berjwendperest û girêdayî madiyatê dûr bisekinin. Tu van çiqas pêş bixî jî, tuyê wê rojek bi heman lezê bikevî. Dîroka cîhanê wiha ye. Divê zêdetir hişmendîbûn û rêxistinbûn, civakîbûn, piştevanî, parvekirin, komunalbûnê esas bigrin û takekesiyê kêm bikin. Tu encam ji nêzîkatiyên takekesî û girêdanbûna madîyatê dernake. Ya din dikarin li ser du mijaran rawestin; min got ya gel bi çalakî û helwesta xwe talîmatê da siyaseta kurd, divê siyaseta kurd vê binirxîne, ger vê nenirxîne wê bimîne paş civakê. Ji ber vê yekê, yekîtiya demokratîk a kurd, bûye erkekî lezgîn, girîng û nabe were taloqkirin. Em di vê hişmendiyê de ne, banga Rêber Apo jî li ser vê bingehê ye. 

Wekî tevger nêzîkatiya me di vê aliyê de ye û em amade ne ku her hewldanên li ser vê bingehê bikin. Lê divê hemû tevgerên siyasî bi vî rengî bin. Di serî de partiyên ku li başûrê Kurdistanê rêveber in, rêxistin, rewşenbîr û saziyên çar parçeyên Kurdistanê divê yekîtiya demokratîk a kurd teqez pêk bînin. Ez ê vê bibêjim; ger yekîtiyek bi vî rengî çêbibe, rabûna gel û derfetên ji ber şert û mercan çêbûyî, ji bo her geşedanên azadîxwaz pêş bixe, têrker e. Lê ger wiha çênebe metirsî mezin in. Êriş li ser Rojava nîşan da ku metirsî çiqas mezin e. Nîşanî her kesê da. Divê ji vê ders derbixin. Her nîqaş û bangên yekîtiya neteweyî çêdibûn, vê di çarçoveya demokratîk de ku her kes wekhev û azad tevlî bibe, divê rewşenbîr û siyaseta kurd bêyî ku bibe dereng yekîtiyê çêbikin. Hem pêşîlêgirtina metirsiyan û hem jî nirxandina rast a derfetan girêdayî yekîtiya demokratîk a bi vî rengî ye. Ya duyemîn jî; Berxwedana kurd a Rojava careke din bandor li hemû cîhanê kir.

Ciwanên li seranserê cîhanê kir tevgerê. Piştevaniya enternasyonal çêbû, li her derê çalakî çêbûn. Ciwanan ji bo ku biçin Rojava heta sînorê jî hatin, lê paşde hatin zivirandin. Berxwedana gelan bandorekî mezin kir. Ji bo ku li seranserê cîhanê meylên azdîxwaz û demokratîk zemînê pêşkêş kir, derfet afirand. Divê ev were nirxandin. Di vê wateyê de em tiştan winda nakin, lê bi berxwedana mehekî re, têgihiştin, tevger û helwestekî îdelojîk ku belavî her derê cîhanê bû, bû tarzê jiyanê. Pêşiya vê hate vekirin. Di vê aliyê de helbet divê piştevaniya navneteweyî xurttir bikin, xebatên enternasyonal zêdetir bikin. Li seranserê cîhanê wate û girîngiya vê berxwedanê bibêjin ku ev di her qadê de çawa were temsîlkirin, divê belavî ji jin, ciwan, kedkar, karker û gelan re bikin. Bi rastî jî yekîtiya demokratîk a kurd, di rewşa heyî de çiqas elzem be, piştevaniya navneteweyî, piştevaniya enternasyonal jî ji bo hêzên çep, soyaslîst, demokratîk, azadîxwaz, wekhevparêz jî ewqas elzem e. Hat vê rewşê. Ev jî rewşekî pir girîng e, geşedanekî pir girîng e, encamekî pir girîng e. Di vê wateyê de ez bang li hêzên siyasî yên kurd û aliyên demokratîk, sosyalîst, azadîxwaz ên navneteweyî dikim ku vê rast binirxînin û erkên ku dikevin ser milên wan bikin.