DYEyê amadekarî dike ku ji bo Xezeyê ‘Hêza Îstîqrarê’ ragihîne

Hat ragihandin ku DYE amadekariyê dike ku bi rengekî fermî avakirina ‘Hêza Îstîqrarê ya Navneteweyî’ (FIS) ku tê plankirin li Xezeyê bê bicihkirin, ragihîne. Li gorî çapemeniya Îsraîlê kîjan welat dê tevlî vê hêzê bibin bi piranî hatine zelalkirin

1 deqe xwendin
DYEyê amadekarî dike ku ji bo Xezeyê ‘Hêza Îstîqrarê’ ragihîne

Di çarçoveya plana agirbesta ku di 10ê cotmeha 2025an de ket meriyetê, tê pêşbînkirin ku FIS li Şerîda Xezeyê bê bicihkirin.

Li gorî televîzyona dewletê ya Îsraîlê Kanê, Îtalya, Kosova, Albanya û Kazakistan dê leşkeran ji bo tevlîbûna vê hêzê bişînin. Hêz dê ji hêla sergeneralê Artêşa DYEyê Jasper Jeffers ve were rêvebirin.

Li gorî agahiyan, perwerdehiya yekîneyên ku dê di FIS’ê de xizmet bikin li Urdunê pêk tê û ber bi temambûnê ve diçe.

Hat ragihandin ku Tirkiyeyê dixwaze tevlî vê hêzê bibe, lê Îsraîl li dijî vê yekê derdikeve. Lîsteya welatên ku dê tevlî vê hêzê bibin hîna bi temamî nehatiye zelalkirin.

Li gorî çavkaniyên dîplomtîk ê ji Bloombergê re ragihandine, pêşniyara tevlîbûna FISê ji Îtalyayê re hatiye ragihandin, lê Serokwezîr Giorgia Meloni hîn erêkirina fermî nedaye.

Her çiqas nezelaliyek di derbarê destpêkirina qonaxa duyemîn a agirbestê de berdewam bike jî, êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê berdewam dikin. Di êrîşên hewayî yên dawî de herî kêm 26 Filistînî hatin kuştin û 30 jî birîndar bûn.

Televîzyona Kanê her wiha ragihand ku Îsraîl hêvî dike ku bêçekkirina Hamasê di nav 100 rojên bê de dest pê bike. Di vê heyamê de, tê payîn ku hewldanên alîkariya mirovî û ji nû ve avakirinê zêde bibin.

Lê belê, nezelaliyek di derbarê vekişîna Îsraîl ji Xezeyê de hîn jî berdewam dike. Ji dema agirbestê ve, zêdetirî 500 Filistînî di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane û alîkariya mirovî bi giranî tê astengkirin