Em artêşeke zanistî ava dikin

Bi kelecana destpêkirina zanîngeha kurdî ya online, me xwest ji bo xwînerên rojnameya xwe agahiyên berfirehtir bi dest bixin û me bi Seydo Aydogan re ku yek ji rêveberên vê xebatê ye, ev hevpeyvîn...

1 deqe xwendin

Bi kelecana destpêkirina zanîngeha kurdî ya online, me xwest ji bo xwînerên rojnameya xwe agahiyên berfirehtir bi dest bixin û me bi Seydo Aydogan re ku yek ji rêveberên vê xebatê ye, ev hevpeyvîn pêk anî.

Di destpêkê de ji we re dibêjim derbasî be ji ber vê belaya koronayê, gelo li Ewropayê bandoreke çawa li ser jiyana we kiriye?

Di vê rewşa karantînayê de her kes ji xwe dipirse ka gelo mirov çawa xwe adapte bike mirov çawa bikare dema xwe derbas bike, ya girîng ew ku mirov biryarên baş bigire da ku di vê dewrê de ji xwe re jê îstîfade bike. Lewre hin adet û tevgerên me yên berê jî divê werin guhertin. Wekî mînak berê me çi dikir, piştî qedandina karê xwe yê malê û taştê yan em diçûn karên xwe yan jî em diçûn serdana dost û hevalên xwe. Yan jî em diçûn komeleke yan jî sûkekê û em li kafeyekê an jî li komeleyekê rûdiniştin an jî li nav sûkê digeriyan. Niha ew rewş hate guhertin êdî em li malên xwe asê man, divê em xwe li gorî vê rewşa nû adabte bikin. Ev tê wê maneyê heke em xwe li gorî vê rewşê adabte nekin û ji xwe re karên nû peyda nekin mirov dikeve nav aciziyeke giran û ev yek dikare bandoreke ne baş li ser derûniya me bike. Ji ber wê ye pêşinyara me ew e dema ku yek ji mirov bipirse û bibêje ka mirov dikare çi bike. Em dibêjin ji xwe re pirtûkan bixwînin, dema xwe bêtir bidin malbata xwe, ji ber berê di jiyana kar de mirov nikaribû zêde bi malbata xwe re demê derbas bike. Gelek însan hene dibe ku bi mehan me telefonî hev nekiribû, ji nû ve divê mirov di wan tiştan bifikire û mirov fîzîkî ne li ba hev be jî dikare ji bûyîna bi malbata xwe re îstîfade bike û bikaribe tiştên wiha bike ku ji hemû endamên malbatê re bi feyde be. Weke mînak li ser zimanê xwe bêtir grîfte û qaîdeyên zimanê xwe bêtir nas bike, mirov dikare hin nivîskarên wêjeya kurdî bixwîne ku berê me navê wan bihîstibû lê belê me nexwendibûn, mirov dikare wan bixwîne. Mirov dikare ji xwe re hin karên nû peyda bike . Mesele mirov dikare hin baldariyên nû ji xwe re peyda bike.