‘Em ê berxwedana Rojava li her derê belav bikin’
Platforma Saziyên Demokratîk li Mûşê, piştî civîna gel meşek li dar xist û di meşê de payama “Em ê berxwedana Rojava li herê belav bikin” dan.

Platforma Saziyên Demokrtîk a Mûşê, li dijî êrişên li ser Rojava civîna gel li dar xist. Nûnerên partiyên siyasî û saziyên demokratîk tev li civîna ku li avahiya Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mûşê hate lidarxistin, bûn. Parlamentera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz di civînê de axivî û diyar kir ku êrişên li ser Rojava, êrişên li dijî destkeftiyên gelê kurd in û ev tişt got: “Em ê li dijî şerê taybet têkoşîna xwe xurt bikin.”
Civîn piştî pirs û bersivan bi dawî bû.
Piştî civînê girse ji ber avahiya DBPê ya Mûşê ber bi Qada Kobanê ve meşiya. Girse bi dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava rûmeta gelê kurd e” meşiyan. Piştî meşê Sumeyye Boz got: “Gelê kurd berxwedana Rojava li her derê belav dike. Em ê jî li Mûşê vê yekê bikin. Gelê kurd û jinên kurd li dijî hovitî û tariyê li ber xwe dan.”


