'Em Kurd Yek in'
Li gelek navçe û bajarên bakurê Kurdistanê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1ê sibatê ‘Roja Piştevaniya bi Rojava Ra ya Cîhanê’ daxuyanî hatin dayîn û di daxuyaniyan de hate gotin ku gelê kurd heta hetayê li bi Rojava re ye û dê destkeftiyên Rojava biparêzin.

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1ê sibatê ‘Roja Piştevaniya Bi Rojava Re ya Cîhanê’ li gelek navçe û bajaran daxuyanî hatin dayîn.
Colemêrg
Platforma Saziyên Demokratîk li navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi boneya 1ê sibatê ‘Roja Piştevaniya bi Rojava Ra ya Cîhanê’ daxuyanî da. Daxuyanî li pêşiya avahiya DEM Partiyê hate dayîn û gelek kes tev li bûn. Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Egîd Tekîn daxuyaniya hevpar a ku îro li gelek navendan tê dayîn xwend.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Colemêrgê Vezîr Coşkun Parlak axivî û got: “Îro rojeke gelek watedar e. Her sal bi boneya vê rojê em ê li hev kom bibin. Em ê 1ê sibatê ‘Roja Piştevaniya bi Rojava Ra ya Cîhanê’ di rojevê de bihêlin.
Daxuyanî bi berzkirina dirûşma ‘Bijî berxwedana Rojava’ bi dawî bû.
Wan
Platforma Saziyên Demokratîk li Wanê bi boneya ‘Roja Hevgirtina Bi Rojava Ra ya Cîhanê’ li ber Wan Mall AVMê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de pankarta ‘Em bi ruhê yekitiya neteweyî ya demokratîk 1ê sibatê ‘Roja Piştevaniya Rojava Ra ya Cîhanê silav dikin’ hat vekirin û dirûşmên ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Yek e yek e yek e gelê kurd yek e’ û ‘Rojava rûmeta me ye’ hatin berzkirin. Hevserokên DBP û DEM Partiyê yên Wanê, parlementerên DEM Partiyê yên Wanê Gulderen Varli û Zulkuf Ûçar, hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal, Dayikên Aştiyê, aktivîstên TJAyê, Meclîsa DEM Partiyê û DBPê ya Ciwanan, nûnerên saziyên sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Hevserokê DBPê yê Wanê Cemal Demîr metna hevpar a bi Kurmancî xwend.
Piştre parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli axivî û bal kişand ser parastina Rojava. Gulderen Varli destnîşan kir ku divê cîhan û Tirkiye dest ji piştgiriya hişmendiya DAIŞê berdin û got: “Em weke gelê kurd li çar parçeyan bûne yek û me got ‘Yek e Yek e Yek e gelê kurd yek e’. Em dê li hemberî hemû jenosîdan weke gelê kurd rawestin û qebûl nakin. Em weke jin, ciwan û zarokan li hemû qadan li gel têkoşîna gelê xwe yê Rojava ne. Heta ku hûn digehijin statûya xwe em ê li gel we bin û tu carî jî paş ve gav naavêjin. Heta ku aramiya wir neyê tesîskirin em ê li her derê dirûşmên ‘Rojava rûmeta me ye’ û ‘Bijî berxwedana Rojava’ berz bikin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.
Dîlok
Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk bi boneya 1ê sibatê ‘Roja Piştevaniya Bi Rojava Ra ya Cîhanê’ li bajarê Dîlokê bi beşdariya Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît daxuyanî hate dayîn. Rêveber û endamên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û bi sedan welatî tev li daxuyaniyê bûn.
Daxuyanî li navenda Dîlokê hate dayîn û pankarta ‘Qedera gelên Rojhilata Navîn nabe ku teslîmî emperyalîzmê û tarîtiya paşverû bê kirin’ û dowîzên, ‘Keziyên me tirsa we ye’, ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Jin jiyan azadî’ hatin rakirin û bênavber dirûşmên dilsoziya bi Rojava re hatin berzkirin.
Gulistan Kiliç Koçyîgît di daxuyaniyê de axivî û bal kişand ser talankirin û komkujiyên li Rojava û dorpêça li ser Kobanê û xwest hikûmeta Şamê li gorî ruhê peymanê tevbigere. Koçyîgît bang li rayedarên Tirkiyeyê kir ku deriyê Murşîdpinarê veke û alîkariya mirovî demildest bigihîje gelê Kobanê. Koçyîgît anî ziman ku ew bi wesîleya rojê piştevaniya berxwedan û destkeftiyên Rojava dikin.


