Ewlehiya Anatoliyayê bi ewlehiya Mezopotamyayê pêkan e
Niha di navbera Tevgera Azadiya Kurdistanê û dewleta tirk de pêvajoyek heye. Ji aliyê Tevgera Azadiyê ve mixatab birêz Abdullah Ocalan hatiye qebûlkirin. Heke dewleta tirk dixwaze ewlehiya xwe xurt bike hewce ye şert û mercên wekhev hebin.

Heyeta Partiya DEMê ya Îmraliyê, piştî hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re daxuyaniyek bi raya giştî re parve kir. Di daxuyaniyê de gelek xalên grîng hebûn. Yek ji van xalan ku ez girîng dibînim, pirsgirêka ewlehiyê bû. Di daxuyaniyê de hevokeke wiha derbas dibû. “Dîroka siyasî ya Rojhilata Navîn a çar hezar sal in nîşan daye ku ewlehiya Anatolyayê bi Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ve girêdayî ye.”
Tê zanîn dewleta tirk, di her kêliya ku pirsgirêka kurdî tê rojevê de, behsa ewlehiya xwe dike. Nêzîkatiya wê ya li hemberî kurdan hemû li ser stratejiya pêkanîna ewlehiyê hatiye avakirin. Kurd, di lîteratura dewleta tirk de argumana sereke ye ku li serê polîtîka tê avakirin. Polîtîkaya li hemberî kurdan tenê ne wekî tirseke ji derve ye, di heman demê de, hêmaneke avaker e jî. Dewlet zagonên xwe, pîvanên xwe, gotin û kiryarên xwe li gorî ‘hebûna kurdan’ ava dike. Mesela ew ê zagoneke bacê derbixe, di cih de rewşa kurdan digire berçav û wisa zagonê derdixe. Wekî din heke di zagona leşkeriyê de guhertinekê çêbike, teqez erênî û neyîniya wê ya ji bo kurdan li ber çav digire. Niha tê gotin ku pakêteke darazê dê were parlamentoyê. Heya niha bi dehan paket hatine derbaskirin. Di hemûyan de jî krîter ev e: divê fêdeya wê ji bo kurdan di asta herî jêr de be.
Demekê zagonek ji bo kesên ji zanîngehê hatine dûrxistin derxistin. Ji bo Rêberê Gelê Kurd ji sûdê wernegire teşe dan zagonê. Di encamê de bi hezaran xwendevan neketin ber vê zagonê. Piraniya wan kurd bûn. Dixwazim bêjim ku kurd di çêkirina zagonan de krîtera sereke ne. Lê ji aliyê neyînî ve. Çima? Dewlet kurdan ji bo xwe wekî talûke dibîne. Lê berovajiyê vê jî derbasdar e: Kurd jî dewleta heyî ji bo hebûn û ewlehiya xwe talûke dibînin. Lewma ev sed sal in, ne dewlet bi pêş dikeve ne jî kurd ji rewşa qirkirinê derdikevin. Bi qasî ku dewleta tirk kurdan ji bo siberojê wekî talûke dibîne, kurd jî dewleta tirk wekî talûkeya sereke dibînin. Formula wê ev e: heke kurd ne di ewlehiyê de bin dewleta tirk jî dê ne di ewlehiyê de ye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevoka jor de vê rewşê tîne ziman. Heke kurd û Kurdistan ne di ewlehiyê de bin Tirkiye jî ne di ewlehiyê de ye.
Serokomarê Tirkiyeyê gelek caran behsa dîrokê dike, lê li gorî rastiya dîrokê tevnagere. Beriya ku bi hevkariya kurd-tirkan Bîzans têk biçe, kurd û tirk ne di ewlehiyê de bûn. Heya ku di dema Yavuz Selîm de hevkariya kurd-tirk çênebibû, Osmanî neketin ewlehiyê. Birêz Abdullah Ocalan her wiha behsa peymana Qadeşê dike. Peymana yekemîn a aştiyê ye. Di navbera Misir û Hîtîtiyan de hatiye mohrkirin. Balkêş e ku di binê peymanê de mohra Keybanûya Hîtîtan Puduhepa û Fîravûnê Misirê heye. Puduhepa jineke Mîtanî ye. Mîtanî yek ji şaristaniyên pêşiyên kurdan e. Kurd di hemû herikandina dîrokê de xwedî helwesteke aştiyane bûne. Selaheddînê Eyubî dema Quds ji xaçperestan rizgar kir, nehişt zirar bigihîje ol û baweriyan.
Gelek stratejiyên ewlehiyê hene. Hinek dewlet ewlehiya xwe li ser bipêşxistina çekên teknîkî ava dikin, hinek ewlehiya xwe li ser tifaqan ava dikin, hinek xwe dispêrin hêzên hegemonîk, hinek jî bêyî ku alîgiriyê bikin bi pergala xwe ya demokratîk û azadîxwaz ewlehiya xwe pêk tînin. Heya niha ti dewlet îlelebet li ser lingan nemaye. Hinek demdirêj mane, hinek jî demkurt. Bêguman teknîka şer a pêşketî di ewlehiya dewletan de krîtereke grîng e. Lê jê girîngtir pêkanîna aştiya navxweyî ye. Ti dewleta ku aştiya xwe ya navxweyî pêk neanîbe bi teknîka pêşketî nikare hebûna xwe bidomîne. Dewleta tirk, di sed salî de bi dehan caran rastî serhildan û darbeyên navxweyî hat. Piştî sed salî niha reîsê sereke yê miletperestiya tirk Dewlet Bahçelî dibêje, “dewamiya dewletê di talûkê de ye.” Ji ber çi dibêje, ji ber ku pirsgirêka navxweyî çareser nekiriye. Hêzên hegemonîk yek bi yek dewletên Rojhilata Navîn dîzayn dike. Rejîman diguherîne, sînorên dewletan ji holê radike. Ti hêza ku heya niha dikaribe li hember derkeve tune ye, çima, ji ber ku dewletên heyî ne demokratîk in, aştiya navxweyî pêk neanîne.
Tirkiye milyar dolaran ji bo teknîka şer xerc dike. Lê niha li ser agir e. Ti misogerî nîne ku ev çek wê biparêzin. Ewlehiya wê di ewlehiya kurdan re derbas dibe. Birêz Abdullah Ocalan jî bangewazî dike ku ev rastî were zanîn. Heke wisa tevnegere, bi rehetî ji ber pirsgirêkên navxweyî qeyranên siyasî, aborî, leşkerî dikarin rû bidin û rejîm biguhere. Xurtbûna leşkerî ne diyarker e. A diyarker avakirina zemîna aştiyê ye.
Piştî peymana Qadeşê bi qasî sed salî aştî pêk hat. Bingeha peymana qadeşê li ser pejirandina şert û mercên wekheviyê hatibû danîn. Lewma bandora wê dirêj domiya. Heke yek ji ya din kêmtir be, ya kêm dê her dem hewl bide ku xwe têr bike û li hemberî ya din xurttir bibe. Ev jî nakokî, şer û pevçûnan domdar dike.
Niha di navbera Tevgera Azadiya Kurdistanê û dewleta tirk de pêvajoyek heye. Ji aliyê Tevgera Azadiyê ve mixatab birêz Abdullah Ocalan hatiye qebûlkirin. Heke dewleta tirk dixwaze ewlehiya xwe xurt bike hewce ye şert û mercên wekhev hebin. Formula wê jî ev e:
Divê bi qasî li ewlehiya Tirkiyê ewqas ewlehiya Kurdistanê jî were fikirandin,
Bi qasî qebûlkirina hesasiyetên tirkan ên kurdan jî werin fikirandin,
Bi qasî şert û mercên desthilatê, şert û mercên birêz Abdullah Ocalan jî xurt bin.


