Felsefeya Zimên
Ji ber ku felsefeya zimên, hebûna mirovan di çarçoveya dîrokî-çandî de vedikole, divê em di vê gotarê de bi ravekirina pirsgirêkên bingehîn ên felsefeya zimên re têkiliya di navbera ziman, raman û...

Ji ber ku felsefeya zimên, hebûna mirovan di çarçoveya dîrokî-çandî de vedikole, divê em di vê gotarê de bi ravekirina pirsgirêkên bingehîn ên felsefeya zimên re têkiliya di navbera ziman, raman û rastiyê de binirxînin. Em dixwazin hinekî li ser têgihên xwezaya wateyê, avahiya nîşaneyan, têkiliya derbirina zimannasiyê ya bi rastiya tişteyî re û girêdana hiş û ziman bi awayekî berawirdî ya ku ji hêla perspektîfên felsefeya dahûranî/analîtîk ve tê nîqaşkirin, rawestin.
Bi rastî ziman mala hebûnê ye û mirov tenê bi rêya ziman dikare cihê xwe di cîhanê de bibîne. Ji ber ku wateya peyvekê û bikaranîna wê di ziman de ye, têkiliya navbera ziman û ramanê bi pirsa "Ziman ramanê diyar dike an raman ziman diyar dike?" berbiçav dibe. Hin zimanzan li gor vê fereziyeyê dibêjin; hem ziman ramanê pêk tîne û hem jî raman ziman dişêwîne. Bi vî awayî kesên ku bi zimanên cuda difikirin cîhanên cuda jî ava dikin. Ji aliyekî din ve, zimannas angaşt dikin ku avahiya zimannasiyê ji binesaziya derûnî derdikeve û hebûna rêzimaneke gerdûnî dide niqaşkirin. Di vê çarçovê de, ziman hem berhema ramanê ye û hem jî amûrek e ku ramanê derdibire. Ramana mirov di kêliya ku bi ziman tê derbirin, wateyê dibîne. Û ziman jî bi rêya ramanê digihêje naveroka wateyê. Ziman hem hilgirê ramanê ye û hem jî sînordarê wê ye. Felsefe, bi riya vî zimanî li ser hebûn, zanîn, civak, jiyan, cîhan, exlaq, wate û rastiyê pirsan dipirse. Ji ber vê yekê, teşedan û veguhestina ramana felsefî tenê bi riya derfetên zimên pêkan dibe. Ji aliyekî din ve, felsefe ne tenê ziman bi kar tîne, heman gavê dikeve nav pirsiyarîkirin, dahûrandin û lêgerîna têgihan jî. Pirsiyarîkirina têgihan, bikaranîna peyvan, angaşt, guman û fikarên bingehîn ên derbarê têkiliya ziman û felsefeyê de, her gav bûne sedema dahûrandina zimannasiyê. Ziman ne tenê şêweyekî vegotin û derbirinê ye; ew hem helbest û dilînî ye û hem jî nîşaneke berbiçav a hebûna mirov bi xwe ye.
Ziman tenê ne amûreke ragihandinê ye, herwiha hêmaneke çalak e ku di avakirina raman û zanînê de ye. Felsefeya ziman bi tevahî li ser van pirsan hatiye damezrandin. Peyv an hevok tê çi wateyê? Bi cudakirina wateyê û referansê, divê em tenê bala xwe nedin ser objeya îfadeyê; divê em heman gavê bala xwe bidinê ku çawa behsa wê objeyê tê kirin. Hin zimannas, ziman wekî pergaleke nîşanan pênase dikin; her nîşanek ji "nîşanker" û "nîşankirî"yekê pêk tê. Her çiqas tê gotin ku ziman rastiyê nîşan dide jî, wateya zimên di karanînê de tê famkirin û ber bi wê ramanê ve diçe. Ango tê famkirin ku wate di çarçoveya têkiliyê de teşe digire. Di dîroka felsefeyê de, ziman demekê dirêj tenê wekî amûreke ramanê hatiye dîtin; belê, ji destpêka sedsala 20an û pêve bûye mijareke lêkolînê. Em ê hewl bidin ku bi pirsîna herdu aliyên zanîna hebûnê (ontolojîk) û felsefeya zanistî (epistemolojîk) a zimên xwe bigihînin navenda nîqaşa felsefeya zimên. Ji ber ku felsefeya ziman ne tenê wateya peyvan, heman demê pêvajoya pêkhatina van wateyan, vaca/mantiqa wateyan û girêdana wateyan a bi


