Fermandara YPJê Viyan Efrîn: Em ê xwe biparêzin
Fermandara YPJê Viyan Efrînê, diyar kir ku YPJ dê di nava tugayan de xweseriya xwe biparêze û got ku dê têkoşîna azadiya jinê di hemû avaniyên HSDê de bidome. Viyan Efrînê got: "HSD, bêyî YPJê nabe. Ev avanî, vîna xweparastinê ya gel e."

Fermandara YPJê Viyan Efrînê di hevpeyvîna xwe ya ligel Jin TVyê de bal kişand ser rola girîng a YPJê di nav HSDê de. Viyan Efrînê li ser agirbesta ku di 30yê çileyê de di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDê de hatiye îmzekirin, bi bîr xist ku peymanên berê gelek caran hatine binpêkirin û got ku armanca pêvajoya nû rawestandina şer û xurtkirina xweparastinê ya gel e.
Viyan Efrînê der barê nebûna navê YPJê di peymanê de anî ziman ku YPJ dê bêhempabûn û xweseriya xwe di nav tugayan de biparêze. Viyan Efrînê got: "HSD, bêyî YPJê nabe. Ev avanî, vîna xweparastinê ya gel e." Viyan Efrînê da zanîn ku têkoşîna azadiya jinan dê di hemû avaniyên HSDê de berdewam bike.
Viyan Efrînê behsa vegera xelkê ku bi zorê koçber bûye kir û diyar kir ku hîn şert û mercên ewle nehatine avakirin, nemaze ji bo deverên mîna Efrîn û Serêkaniyê û vegerandin ne mimkûn e heta ku hêz û komên çekdar ên Tirkiyê venekişin. Viyan Efrînê destnîşan kir ku hesabpirsîna ji bo sûcên hatine kirin û hilbijartinên demokratîk daxwazên bingehîn ên gel in.
Viyan Efrînê spasiya hêzên ku wekî garantorên peymanê tevdigerin kir û diyar kir ku garantiya rastîn berxwedan û xwebaweriya gel e.


