Fîdan û Barrack di nava du hefteyan de cara sêyemîn li hev rûniştin

Wezîrê Karên Derve yê Tirk Hakan Fîdan û Nûnerê Taybet ê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Donald Trump ê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack di nava 15 rojên dawî de cara sêyemîn li hev rûniştin.

1 deqe xwendin
Fîdan û Barrack di nava du hefteyan de cara sêyemîn li hev rûniştin

Di vê demê de ku dorpêçî û êrişên li ser Rojava dewam dikin, yek ji aliyê vê êrişê Wezîrê Karên Derve yê dewleta tirk Hakan Fîdan û Sefîrê Bilind ê DYEyê yê Enqereyê û Nûnerê Taybet ê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack li Enqereyê hevdîtin kirin. Têkildarî hevdîtinê tu daxuyanî nehate dayin.

Li aliyê din hate ragihandin ku Wezîrê Karên Derve yê Îranê Abbas Arakçî jî wê 30ê çileyê roja Înê serdana Tirkiyeyê bike. Hate gotin, Arakçî wê di serdanê de bi Hakan Fîdan re rûnê û tê payin ku têkiliyên navbera Tirkiyeyê û Îranê û ewlehiya herêmî bêne nirxandin.