Folklor, oksîjena kurdan e

Ziman, ne alaveke sîyasî ye ku mirov wî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, ew şertê hebûna neteweyekê ye û divê hemû partî bi vê cidiyetê xwe bidin ber meseleyê.

1 deqe xwendin
Folklor, oksîjena kurdan e

 

Ziman, ne alaveke sîyasî ye ku mirov wî ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne, ew şertê hebûna neteweyekê ye û divê hemû partî bi vê cidiyetê xwe bidin ber meseleyê. Plan, plansazî, polîtîka û bernameya me ya zimanî tune be, em ê têk biçin

 

Nivîskar û zimanzan Bahoz Baran li ser giringî, wate û metirsiya li ser zimanî pirsên Xwebûn’ê bersivandin.

Em di serî da qala folklorê bikin, wê pênase bikin. Em çawa maneyê bidinê, çima ewqas girîng e folklor ji bo me? Lazim e em çi bikin ji bo wê?

Wextê dibêjin folklor, ji ber bandora tirkî ye, govend tê bîra gelekan. Folklor, zanist e, zanista gelî ya hezar salan e ku ji tecrûbeyên wî niziliye heta roja îro hatiye; bi her awayî, di her warî de. Ji awayê xweyîkirina heywanan bigirin, heta dirûtin û girêdana cil û bergan, ji hekîmiyê bigirin heta zanîna li ser dar û ber û giyayan, ji ajotina erdan bigirin, heta çandinî û cotkariyê, heta awayê nêçîrvaniyê, ji dawetan bigirin heta şînan...Yanî em qala jiyana neteweyekê dikin. Ji bo ku mirov xwe û neteweya xwe nas bike, lazim e serê ewil mirov folklora xwe baş nas bike, jê ne dûr be; tê de be, ji ber ku ê me kurdan, em parçe bûne, bi zimanê xwe perwerde nebûne, em gelek caran awayê jiyana herêma xwe, folklora herêma xwe, carna yê gundê xwe tenê dizanin; lê folkloreke giştî hebe, ya kurdan e û warê wê jî Kurdistan e. Folklor awayê resen ê jiyana neteweyekê ye. Folklor nayê teqlîtkirin, nayê kopîkirin, lê tê dizîn. Neteweyên din gelekan jê sed du sed sal berê, keresteyên folklora xwe qeyd kirine, li ser wan xebitîne, ew tesnîf kirine. Di ser folklora xwe re hîmên neteweya xwe xurt kirine, ji edebiyatê bigirin, heta warê zanistê, li her derê hûn rastî şopên folklorê tên. Ew ne tiştekî mirî ye, berdewam dike. Ji bo hûn muzîkeke baş hilberînin gerek hûn guh bidin folklora xwe, guh bidin awaz û gotinên berî xwe, zanîna gelê xwe, ji bo edebiyata we baş bibe, gerek zimanê we baş be, zimanê we bigere, zimanekî bi ekl

Nûçeyên Eleqedar