Gel bi girseyî çû serdana şîna Denîz Toprak

Gelê Sêrtê di pêşengiya MEBYA-DERa Sêrtê de bi girseyî çû serdana şîna endama YPJê Denîz Toprak.

1 deqe xwendin
Gel bi girseyî çû serdana şîna Denîz Toprak

Gelê Sêrtê di pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirin (MEBYA-DER) a Sêrtê de çû serdana şîna endama YPJê Denîz Toprak (Azîze Ekîncî) a li gunde Hetrantê. Endama YPJê Denîz Toprak di encama êrişeke li Rojavayê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dabû. 

Di serdana girseyî de rêveber û endamên DEM Partî û DBPê, aktivîstên TJAyê, Dayikên Aştiyê, TUAY-DER, rêveber û endamên saziyên civaka sivîl ên Sêrtê hebûn. Her wiha kesên ku tev li şînê bûn bi dirûşmeya “Şehîd namirin” meşiyan heta mala şînê. Di şînê de ji bo kesên ku di têkoşîna azadiyê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane deqeyekê rêz hate girtin û fatîhe û dua hatin xwendin.

‘Serê te bilind be keça min’

Dayîka Denîz Toprak, Suheyla Ekîncî di şîna keça xwe de bi xêrhatina mêvanan kir û got: “Dema ku keça min ji min re got ez ê biçim, min jî jê re got, tu yê di rêya şeref û namûsê de biçî. Em di têkoşîna xwe de mafdar in. Rêya te vekirîbe keça min. Serê te bilind be. Her çiqasî dilê min gelek dbişewite jî ez jî yek ji hemû dayika me. Serê malbatê û hemû Kurdistanê sax be. Wan tu xerabî û nebaşî nekiriye. Tenê li dijî neheqiyê serhildan kiriye. Şehîd namirin, Bijî Serok Apo.”  Şîn berdewam dike.