Gelê Kobanê bi stranên şoreşgerî li qadê nobetê digire
Gelê Kobanê bi coşek mezin her şev li Qada Jina Azad kom dibin û li ber stranên şoreşgerî govendê digerînin.

Êrîşên HTŞ, DAIŞ û komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Bi taybetî êrîşên li ser Kobanê zêde ne. Gelê Kobanê li dijî êrîşan gel bi şev û rojan li qadan li dijî êrîşan nobetê digire. Gelê Kobanê piştî banga seferberiya giştî, her şev li qadan nobedê digirin. Gel li tenişta şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di parastina bajarê Kobanê de cihê girtin. Nobeta li Qada Jina Azad bi stranên şoreşgerî govendê berdewam dike.


