Gelê kurd bi ruhê yekitiyê qadan terk nake

Li dehan bajarên Ewropayê bi deh hezaran kurdistanî û dostên wan bi armanca piştgiriya rojavayê Kurdistanê daketin qadan. Di meş û axaftinan de hat daxuyandin ku gelê kurd dest ji mafê xweseriyê û xwerêvebirinê bernade.

1 deqe xwendin
Gelê kurd bi ruhê yekitiyê qadan terk nake

Tevî agirbest û peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê de gelê kurd asta têkoşînê bilind dike. Çalakiyên piştgiriyê yên kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn û dostên wan ên ji bo Rojava, bê navber berdewam dikin. Tevî şert û mercên xirab ên hewayê jî, li bajarên Swîsreyê yên wekî Zurich, Neuchâtel, Lozan, Cenevre, Baden, Basel, Viyana û St. Gallenê kurdistanî daketin kolanan û çalakiyên piştgiriyê ji bo Rojava pêk anîn.

Basel

Li bajarê Baselê yê Swîsreyê, ji aliyê kurdistaniyan, enternasyonalistên Swîsreyî û rêxistinên şoreşger ên Tirkiyeyî ve li qada Claraplatzê meşek hat organîzekirin. Girseya gel di dema meşê de dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Bijî berxwedana Kobanê’, ‘Bijî berxwedana gelê kurd’, ‘Bijî yekîtiya gelê kurd’, ‘Bijî YPJ, bijî YPG’, ‘Rojava Rojhilat e Kurdistan yek welat e’, ‘Jin Jiyan Azadi’ û ‘Bijî Serok Apo’ qêriyan. 

Zurîh

Xwepêşandana kurdistanî û dostên wan a li Îstasyona Trenê ya Navendî ya Zurîhê (Hauptbahnhof) ji aliyê polisan ve hat astengkirin. Polisan derdora îstasyona trênê bi bariyeran dorpêç kir û nehişt ku kurdistanî û dostên wan xwepêşandana ji bo hevgirtina bi Rojava re li dar bixin girt. Polisan kurdistaniyên hatin ber îstasyonê asteng kirin û du kesên ku alên Rojava hildigirtin hatin binçavkirin. Piştî kontrolkirina nasnameyan ew serbest hatin berdan. Tevî hemû astengiyan jî, kurdistanî û dostên wan li derveyî îstasyona trênê kom bûn û çalakiyên xwe yên hevgirtinê bi Rojava re berdewam kirin.

Neuchatel

Kurdistaniyên li Neuchatel a Swîsreyê, ligel partiyên siyasî yên Swîsreyê û rêxistinên civaka sivîl, li dijî êrişên li ser Rojava yên ji aliyê HTŞ û çeteyên ku ji aliyê dewleta tirk ve têne piştgirîkirin, xwepêşandan li dar xistin. Girseya ku di bin banê ‘Defend Rojava’ de kom bûn, ji navenda bajarê Neuchatelê meşiya. Meşa ku li Qada Pury dest pê kir, bi dirûşmeyan êrişên li ser Rojava hatin protestokirin. Di meşê de belavok hatin belavkirin û daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku berxwedan û têkoşîn ne tenê gelê kurd, hemû mirovahiyê ji barbariya DAIŞê diparêze. Di xwepêşandanê de bang li civaka navneteweyî û hikûmeta Swîsreyê hat kirin ku li hember tiştên ku li Rojava diqewimin bêdeng nemînin û daxwaza mezinkirina hevgirtinê bi gelê Rojava re hat kirin. Meş bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

Cenevre

Ji bo protestokirina êrişên li ser Rojava û piştevaniyê, bi pêşengiya Komuna Jinan a Sema Yuce danezan hatin belavkirin. Jinan li kampusa Zanîngeha Cenevreyê, piştre jî li kolana Bel-Air danezanên têkildarî êrişên li ser Rojava belav kirin. Komuna Jinan a Sema Yuce ya Cenevreyê, têkildarî tiştên ku li Rojava diqewimin, li kampusa Zanîngeha Cenevreyê bi sedan danezan belav kir û agahî dan. Jinan piştre li Kolana bel- Air ku kolana herî qelebalix ê Cenevreyê ye, belavok belav kirin û bi axaftinên kurt, banga piştevaniyê kirin.

Baden

Li bajarê Baden ê girêdayî Kantona Aargau yê Swîsreyê, bi tevlîbûna bi hezaran kurdistanî, li pêşiya stasyona Trenê ya Badenê (Bahnhof) meş hat lidarxistin. Meş bi pêşengiya Mala Kurdan û Meclîsa Jinan a Rojbîn a Aarauyê hat lidarxistin. Bi hezaran kurdistanî tevli meşê bûn û tevgerên şoreşger ên enternasyonalist piştgirî dan. Girseyê pankarta, ‘Bi hev re serhildan’, ‘Dawî li qirkirina li Rojava bînin’ vekirin û posterên Rêber Apo û alên YPG û YPJê hilgirtin. Girseyê timî dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana Rojava’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ berz kirin. Di dema meşê de welatiyên li derdor bi nîşaneya serkeftinê û çepilan piştgirî dan girseyê. Herwiha welatî bi danezanên almanî hatin agahdarkirin. Girseyê ku li nava bajêr meşiyan, li pêşiya stasyonê dawî li çalakiya xwe anîn.

ST. Gallen

Li bajarê St. Gallen ê Swîsreyê jî çalakiyên ji bo piştevaniya Rojava hatin lidarxistin. Kurdistanî û dostên wan ên ku bi banga Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a St. Gallenê daketin qadan, êrişên li ser Rojava protestokirin. Kurdistanî û dostên wan ên ku li Kornhausplatzê hatin ba hev, li vir daxuyanî dan. Li ser navê TEV-ÇANDê Kawa Urmiye axivî. Urmiye diyar kir ku çalakiyên ku li Ewropayê dewam dikin, girîng in û wiha got: ‘Çalakiyên gelê kurd pêvajoyê berevajî kirin. Em ê çalakiyên xwe heta ku encamê bigirin, bidomînin.’ Girseyê piştî xwendina metna çapemeniyê, demeke dirêj li qadê man û bi dirûşmeyan piştevanî dan Rojava. Çalakî bi dirûşmeya, ‘Bijî Berxwedana Rojava’ bi dawî bû.

Viyana

Di çalakiyê de Parlamentera Partiya Kesk a Avusturyayê Heidi Sequenz mafê axavtinê girt. Sequenz got ku ew ê ji bo Rojava her tiştê ku ji destê wê tê bike û bal kişand ser girîngiya piştgiriya navnetewî. Wê ragihand ku demek berê bi hevseroka Dîplomasiyê ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed re bi Zoomê civîneke kirine. Sequenz diyar kir ku protesto û çalakiyên li çar aliyên cîhanê piştevaniya ji Rojava re xuya dike. Û bal kişand ku ev piştevanî bi taybetî di danûstandinên navneteweyî yên bi DYA û dewletên din re bandor dike. Endamê Konseya Neteweyî Paul Stich, jî bal kişand ser rewabûna rêveberiya xweser a demokratîk li Rojava. Piştî axaftinan, kurdistanî û dostên wan bi dirûşmeyên ‘Gelê kurd yek e’ ber bi Mala Yekîtiya Ewropayê (Haus der Europäischen Union) ve meşiyan.