Gelê Midyatê: Divê demildest deriyên sînor bên vekirin
Bi hezaran sûryanî, ereb û kurdên li Midyadê ji bo şermezarkirina êrişênên li ser Rojavayê Kurdistanê û dorpêça li ser Kobaniyê meşiyan û xwestin ku demildest deriyên sînor bên vekirin.

Li ser banga Platforma Saziyên Demokratîk, li navçeya Mîdyad a Mêrdînê gelên kurd, ereb û suryanî bi meşekê ablukaya li Kobaniyê û êrîşên li dijî Rojava protesto kirin. Koma ji welatiyên kurd, ereb û sûryanî pêk dihat, li pêşiya avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Midyadê civiyan û ber bi navenda bazarê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de sloganên, ‘Bijî berxwedana Rojava’, ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bijî berxwedana Kobanê’, ‘Bijî biratîya gelan’, ‘Yek e, yek e, yek e gele kurd yek e’ û ‘Rojava Rojhilat e, Kurdistan yek welat e’ hatin berzkirin. Di heman demê de flamayên Yekîtiya Jinên Sûryanî, Encûmena Neteweyî ya Bethnahrîn û ala neteweyî ya sûryaniyan jî hate hilgirtin.
Piştî meşê, pêşî Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê ya Midyadê Nilûfer Elik Yilmaz axivî û balkişand ser êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê. Yilmaz wiha got: “Bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev komplo jî têk çû. Em ê heya dawiyê piştgirî bidin Rojava û ji bo vê her tim li qadan bin.”
‘Deriyê sînor vekin’
Piştre Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamuran Tanhan axivî û daxuyand ku sed sale li Rojhilata Navîn hemû gel û bawerî di nav êş û zehmetiyan de ne û wiha domand: “Em dê di sedsala duyemîn a Komarê de jî ji bo avakirina aştiyê, biratî û demokrasiyê bixebitin. Bi banga ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata borî de kir, bangên demokrasiyê û aştiyê li Tirkiyê û li cîhanê zêdetir bilind bûn. Lê nêrîna dewletê ya li hember gelan ne li ser bingeha biratîyê ye. Îro li Kobanê zarokên siberoja me ne, dimirin. Gelê kurd destûrê nade vê yekê.”
‘Biratî bi gotinan nabe’
Tahhan bang li îktîdara Tirkiyeyê kir û ev tişt gotin: “Divê bi lez ji bo alîkariyên mirovî deriyên sînor werin vekirin. Ev bi gotinên biratîyê ji sibê heta êvarê nayê pêkanîn. Gelê kurd dixwaze vê di pratîkê de bibîne. Ger em birayên hev in, ger em wekhev in û ger li vî welatî demokrasî heye, divê pêşiyê deriyê sînor ê Mirşîtpinarê û her weha Nisêbîn, Serêkaniyê û deriyên sînor yên din werin vekirin. Heman desthilatê di 8ê kanûnê de li Nîzîp û Kilîsê deriyên sînor ji bo HTŞê vekiribûn. Lê dema ku mijar kurd û gelên din in, desthilat xwe wekî kor, ker û lal nîşan dide. Gava ku Kobanê di bin ablukeyê de ye, bila tu kes ne bêje ku ev biratî ye. Hûn derewan dikin.”
‘Em di jiyana hevpar de bi israr in’
Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê George Aslan jî di axaftina xwe ya bi zimanê sûryanî de got ku li Mîdyadê sûryanî, ereb û kurd bi hev re dijîn, wekî li Rojava, Qamişlo û Hasekê jî gelên cuda bi hev re dijîn. Aslan derbirî ku gel bi hev re ji bo jiyanek hevpar û wekhev têdikoşîn û wiha pêde çû: “Sûryaniyan di şerê Sûriyeyê de şehîd dan. Ew di nav Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn û bi hev re Rojava rêvebirin. Wekî ku ew li wir bi hev re jiyan, li vir jî jiyana xwe bi hev re didomînin. Em dê her tim jiyana li Rojava, jiyana bi hev re û biratîya gelan biparêzin. Em ê parêzvanên paradigmaya Abdullah Ocalan pêşkêş kirî bin. Tirkiyeyê divê guh bide Banga Aştî û Civaka Demokratîk û gavên pratîk bavêje.”
Piştî daxuyaniyan, girse ji nû ve ji navenda bazarê heta pêşiya avahiya DEM Partiyê ya navçeyî meşiya. Di meşê de cardin sloganên dilsoziya wan bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Rojavayê Kurdistanê re tînin ziman qêriyan.


