Gule li Radyo Amedê reşandin

Hat ragihandin ku bi çekan gule li îstasyona Radyo Amedê reşandine. Weşana radyoyê hat rawestandin, sedema gulebaranê nayên zanîn û têkildarî bûyerê lêkolîn hat kirin.

1 deqe xwendin
Gule li Radyo Amedê reşandin

Hat ragihandin ku bi çekan gule li îstasyona Radyo Amedê reşandine. Weşana radyoyê hat rawestandin, sedema gulebaranê nayên zanîn û têkildarî bûyerê lêkolîn hat kirin.

Xwediyê Radyo Amedê rojnameger Ferhat Mamedoglû ragihand ku duh bi şev saet di 23:30'an de hin kesan bi çekan gule li îstastyona wan a radyoyê wan reşandine. Mamedoglû diyar kir ku ji ber vê sedemê heta serê sibê weşana wan a radyoyê sekiniye û wan qabloya xwe ya yedek kiriye dewrê.

Mamedoglû anî ziman ku piştî bûyerê li cihê bûyerê Talaytepeya girêdayî navçeya Peyasa Amedê polîsan lêkolîn kiriye û hatiye dirakirin ku êrîş bi çeka pompeyî hatiye kirin. Mamedoglû da zanîn ku têkildarî bûyerê lêpirsîn hatiye destpêkirin.

AMED