Hatin ji newalê bûn xwediyê malê

Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq her çiqas ji bo serdestiya Rojhilata Navîn bi hev re di nav şer û nakokiyan de bin jî, di mijara maf û hiqûqên kurdan de her tim li hev tên û li dijî kurdan bi hev re tevdigerin. Ev tifaqa li dijî kurdan zêdetirî sedsal e didome: kurd tên tunehesibandin, mafên kurdan tên binpêkirin, kurd bi komkujiyan tên kuştin, kurd tên girtin û koçberkirin.

1 deqe xwendin
Hatin ji newalê bûn xwediyê malê

Kurd bi hezaran salan e li ser axa Kurdistanê dijîn. Di dîrokê de kîjan qewm an gel hatibe axa kurdan, kurdan ji wan re deriyê dil û mala xwe vekiriye û jiyan bi wan re parve kiriye. Lê wekî ku di gotinên pêşiyan ên kurdan de tê gotin, pir caran ew gelên ku ji derve hatine, li ser axa kurdan bi helwesta “hatin, ji newalê, bûn xwediyê malê” tevdigerin û neheqiyê li kurdan dikin. Ji ber vê yekê di dîrokê de gelek caran kurd rastî êriş, komkujî, koçberkirin û talanê hatin. Lê kurdan di bin ti şert û mercî de dest ji axa xwe berneda û cihekî din ji xwe re nekir war. Yên ku bi destê zordariyê hatine koçberkirin jî, di derfeta ewil de vegeriyane ser axa xwe yan jî bi hestera axa xwe dijîn.

Welatê kurdan berhemdar bû. Ji ber vê yekê dewlet û desthilatdarên ku ji derve dihatin, dixwestin ax û warên kurdan bi dest bixin. Li ser vî esasî ax û warên kurdan cara yekemîn, sala 1639an, bi Peymana Qesrî Şîrînê (Kasr-ı Şirin) di navbera Osmaniyan û farisan de hat parvekirin. Lê kurdan dîsa jî dest ji axa xwe berneda û li ser axa xwe azad jiyan. Mirov dikare bêje ku despêka dîroka tifaqa li dijî kurdan bi Peymana Qesrî Şîrînê dest pê dike.

Ev tifaqa xirab û bêbext di sedsalên 19 û 20an de, bi avakirina dewletên neteweperwer, pêşketina şoreşa sanayiyê û şerên talankirin û dabeşkirinê yên kapîtalîzmê, hîn mezintir bû. Welatê kurdan di Peymana Lozanê de (li gorî Peymana Sykes-Picotê ya ku xizmetê berjewendiyên dewletên kolonyalîst dike) hate parçekirin û di navbera 4 dewletan de hate dabeşkirin. Welatê kurdan, ango Kurdistan, di navbera tirk, ereb û farisan de hate parvekirin.

Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraq her çiqas ji bo serdestiya Rojhilata Navîn bi hev re di nav şer û nakokiyan de bin jî, di mijara maf û hiqûqên kurdan de her tim li hev tên û li dijî kurdan bi hev re tevdigerin. Ev tifaqa li dijî kurdan zêdetirî sedsal e didome: kurd tên tunehesibandin, mafên kurdan tên binpêkirin, kurd bi komkujiyan tên kuştin, kurd tên girtin û koçberkirin. Lê vîna kurdan a jiyana azad nehat şikandin.

Berxwedan û têkoşîna kurdan ev tifaqa qirêj şikand. Zilma rejîma Baasa Iraqê û zilma Seddam çiqas dijwar bû jî, li hember berxwedana kurdan li ser piyan nesekinî û hilweşiya. Zilma rejîma Baasa Sûriyeyê û zilma malbata Esad çiqas dijwar bû jî hilweşiya. Zilma rejîma Îranê û nijadperestiya farisan jî diçe ber hilweşînê.

Li gorî van geşedanan mirov dikare bêje ku tifaqa li dijî kurdan hilweşiya. Tenê parçeyên vê tifaqa qirêj ên ku niha hîn li ser piyan in, Tirkiye ye. Tirkiye li şûna ku bi rêbazeke demokratîk bi kurdan re hevdîtin bike û maf û statuya wan qebûl bike, li Sûriye, Iraq û Îranê jî dijberiya kurdan dike. Li Sûriyeyê her ku hewl dide li dijî kurdan be, piştgiriyê dide çeteyan (SMO, îro HTŞ, Îxwana Misilman). 

Li Iraqê Herêma Kurdistanê ji xwe re kiriye qada şer û her tim Herêma Kurdistanê bombebaran dike. Dixwaze nîfaqê bixe nav kurdan û hêzên kurdan berî hev bide. Niha jî ketiye etra rejîma Îranê û piştgiriya rejîma faşîst a Îranê dike û hewl dide ku rejîma Îranê li ser piyan bimîne. Ger nikaribe rejîma faşîst a Îranê li ser piyan bihêle, wisa xuya ye ku dê li dijî kurdan alîkariya hêzên azerî bike.

Sedema hemû helwestên Tirkiyeyê dijberiya kurdan e. Bi tenê ji bo kurd li ser axa xwe û li ti devereke cîhanê nebin xwediyê statûyê, her tiştî dike. Îro dikare li Sûriye û Îranê jî bi Îsraîlê re li hev bike ku ev lihevkirina Tirkiye û Îsraîlê di şerê Helebê de xwe nîşan da. Ev nîşan dide ku hemû derdê Tirkiyeyê bi tenê kurd nebin xwediyê statûyekê.

Lê ev aşkere ye ku eger Tirkiye dixwaze di vê aloziya Rojhilata Navîn de li ser piyan bimîne, divê bi kurdan re bi rêbaza têkiliyek demokratîk li hev bike û mafên kurdan ên kesane û civakî di zagona bingehîn a hiqûqî û demokratîk de qebûl bike. Ango wekî ku Ocalan û Bahçelî jî dibêjin, di aloziya Rojhilata Navîn de piştî Îranê dora Tirkiyeyê ye.

Ti mirovê xwedîwijdan, ti rêxistin an dewletên xwedîaqil û rasyonel di sererastkirina Rojhilata Navîn a sedsala nû de rêbaza şer, kuştin û tepeserkirinê naxwaze; bi rêbaza têkiliyeke demokratîk pirsgirêkên xwe çareser dike û bandora hêzên emperyal ên navneteweyî ji Rojhilata Navîn dibire.