Hêj cejn nehatiye welatê me
Di van rojan de em zêdetir di kudikên dilê xwe de bi şîrê xwedawendan helbestan dimeyînin ji wan re.

Di van rojan de em zêdetir di kudikên dilê xwe de bi şîrê xwedawendan helbestan dimeyînin ji wan re. Ji ax û avê, nan û baranê, ji ba û bahozan, ji rondikên çavên me, hezkirin û evînên me, ji keserên kûrahiya dilên me, ji çiyayên pişt û pala baweriya me, ji deştên sîng û berê welatê me zêdetir bêhna wan tê van rojan.Wekî dayîk û bav, xwişk û bira, yar û dildar pêçekên janêyên di dergûşên dilê me de bê hedartir dibin van rojan. Rondikên me ji baranan zêdetir,keserên me ji deryayan kûrtir, bêriyên me ji şadiyên me pirtir dibin di van rojan de. Di van rojan de xelk diçin geşt û seyranan, em diçin goristanan û wan bi bîr tînin, ji bo xatirê rêza xwe ya ji jiyan û heqîqetê re.
Roja 12’ê gulanê salvegera şehîdbûna şoreşgera kurd Leyla Qasim bû. Di keseyatiya Leyla Qasim de, hemû dildarên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi rêzdarî bi bîr tînim.
Belê,cejnek din, biharek din jî xatir dixwaze ji me. Rojek din ya dayikan derbas bû ji 365 rojên salê. Lê her roj ûmeha salê cardin êşeke zebêdax da dilê dayîkên vê axê. Ji giraniya hemû dem û demsalan zêdetir bû barê keser û bêriyên me. Dilê me bi jana veqetînan cardin derizî, lêvên me bi volqanên kelegirî nelerizîn û rûyê me yê li rojê cardin bi xunav vebûn li berbangan di van rojên cejnê de.
Yekşema hefteya duyem a vê mehê Roja Dayikan bû. Xelkê bi gul û kulîlkan, bi diyarî û xelatan roja dayîkên xwe pîroz kirin. Di roja beriya cejn û pîştî cejnan de heman gotin ji lêvên dayîkên me rijiyan: ‘Kengê azadî li welatê me vegeriya, em gihiştin zarokên xwe, wê rojê ji bo me cejn e.’ Ji ber bêyî azadî li vî welatî hemû jiyan girêkek kor e. Nan û av, xweşî û şadî, hezkirin û evîn, cejn û dîlanên me temenkurt in û li hemû rojên cejnan dasiyên di qirika me re diçin zêdetir dibin.
Em zêdetir bêriya welat, hezkirî, yar û zarokên xwe dikin. Em zêdetir bi êş û janên veqetînan, neyariyan, zordarî û bindestiyan dihesin di rojên cejnan de. Xelk diçin geşt û seyranan, em berê xwe didin goristanan û


