‘Hesar û kûçikên bavê min’ girêgûtk* e!
Di bîra civakan de hin girêk hene, zû bi zû venabin û sîrayetî hemû qadên jiyanê dikin. Girêka Gordîonê jî li ber gelekî hêsan dimîne ku Skenderê Zulqirney ew bi derbeke şûr ji nav hev derxistibû.

Di bîra civakan de hin girêk hene, zû bi zû venabin û sîrayetî hemû qadên jiyanê dikin. Girêka Gordîonê jî li ber gelekî hêsan dimîne ku Skenderê Zulqirney ew bi derbeke şûr ji nav hev derxistibû. Lê girêkên di jiyana civak û miletan de ne wisa hêsan in ku bi derbeke şûr an jî bi ferman û peyman û biryarekê ji hev werin vekirin. Ew girêk kod in, kodên civakî ne. Lewma jî guherandina wan ji gelek aliyan ve zehmet e. Gelek caran di berhemên hunerî de guherandin û çareserkirina wan girêkan dijwartir e. Dîrok, psîkolojî, mîtolojî, civaknasî û gelek warên din ên zanistê jî nikarin bi carekê re wan girêkan çareser bikin. Belkî jî çareserkirina wan girêkan, bi awayê herî berfireh, mantiqî, felsefîk û dîrokî di berhemên edebî de tên vegotin. Heger ew girêk di berhemên edebî/hunerî de venebin, edî wekî girêgûtkekê dimînin ji demê re…
Di romana Şêrzad Hesen a bi navê ‘Hesar û kûçikên bavê min’ de jî vekirina wê girêkê maye ji demê re…
Romanbi plansaziya kuştina bav anku bi kuştina pergala baviksalariyê xwendevên pêşwazî dike. Di ser kuştina bav û têkbirina baviksalariyê re, hilweşandinda pergala desthilatdariya heyî û dîktaroriyê vedibêje. Peyvên ku nivîskar wekî amûrên ji bo vekirina girêkê bi kar tîne jî wekî kelemên pergala dîktatoriyê hişk in; qamçî, xencer, xesandin, kûçik, gopal… Vebeyîna van gotinan a di civakê de bêguman tirs û xofekê dixe dilê mirov. Jixwe di wê hesara ku jiyanê li ehlên romanê teng dike de, leheng jî newêrek in… Kur dike û nake nikare, newêre nêzî bav bibe. Heta ku dêmarî hêzê didê û jê re dibe pişt, kur newêre tu tiştekî bike. Li vê derê, bi handana jina herî biçûk avê kurik, nivîskar rista jinê ya di hilweşandina pergalên tund û dîktatoryal de derdixe pêş.
Şêrzad Hesen, rewşa civakên bindest di wê hesarê de wekî merşeke reş li zemîna romanê raxistiye. Kûçik û cehş, bav û desthilatî/dîktatorî, jin û civak, tirs û wêrekî, ensestî, xesandina pisîkan, serdestiya mêrane û hwd gelek hêmanên


