Hevdîtina DEM Partî û DEVAyê: Divê têkiliyên Tirkiyeyê yên bi kurdan re stratejiyeke bingehîn û mayînde be

Şandeya ku ji Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogûllarî û serokwekîlên Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît, Sezaî Temellî pêk tên serdana Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan kir.

1 deqe xwendin
Hevdîtina DEM Partî û DEVAyê: Divê têkiliyên Tirkiyeyê yên bi kurdan re stratejiyeke bingehîn û mayînde be

Piştî civînê Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku wan di civînê de li ser geşedanên li Sûriyeyê nîqaş meşandine, çavdêriyên xwe di çarçoveya serdana Qamişloyê de parvekirine. Her wiha Tulay Hatîmogûllari, da zanîn ku wan encama hevdîtinên xwe yên bi nûnerên siyasî yên kurd re û daxwazên sivîlan bi şandeya DEVAyê re parve kirine.

Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hewl tê dayîn ku şerê kurd-ereb çêbibe, lê aktorên siyasî yên kurd neketine nav vê xefikê û tevî paşvekişînê di gelek mijaran de gav avêtine. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku aliyê kurd agirbestê pêk tînin û got ku ew têgihîştina ku li Tirkiyeyê tê gotin ku "kurdan agirbest têk birine" rastiyê nîşan nade.

Tulay Hatîmogûllari, got ku dorpêçkirin, qutbûna av û elektrîkê bi taybetî li Kobanê bûye sedema krîzeke mirovî ya giran rû bide û daxwaza vekirina deriyê sînor ê Murşîtpinar û çêkirina korîdorek alîkariya mirovî kir.

Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser gefên berdewam ên DAÎŞê û rexne li zimanê desthilatdariya Tirkiyeyê ku gelê kurd hedef digirin û HTŞê rewa dikin, kir. Tulay Hatîmogûllari, destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê li Tirkiyeyê divê bi Sûriyeyê ve neyê girêdan û diyar kir ku xwişk-biratiya bi kurdan re divê ji bo Tirkiyeyê stratejiyeke bingehîn û mayînde be.

Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku DEM Partiyê hem li Tirkiyeyê û hem jî li herêmê alîgirê aştiyê ye û hemû aktorên siyasî berpirsiyar in ku ji bo aştiyeke demokratîk a li ser bingeha hemwelatîbûna wekhev li Sûriyeyê bixebitin.