Peyman Viyan: Dema ku gel amade be PJAK amadeye!

Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de bi êrîşên Îsraîlê yên ku di 13ê hezîranê de pêk anî destpêkirin. Di nav rojên ku herdu aliyan êrîşê hev kirin de gelek welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest dan.

1 deqe xwendin
Peyman Viyan: Dema ku gel amade be PJAK amadeye!

Şerê di navbera Îran û Îsraîlê de bi êrîşên Îsraîlê yên ku di 13ê hezîranê de pêk anî destpêkirin. Di nav rojên ku herdu aliyan êrîşê hev kirin de gelek welatiyên sivîl jî jiyana xwe ji dest dan. Herçiqas îro behsa agirbesteke bê kirin jî hê nediyare ku dê şer çawa bi encam bibe.

Hevseroka Partiya Jiyana Azad ya Kurdistanê (PJAK) Peyman Viyan der barê şerê di navbera Îran û Îsraîlê de û sekna PJAKê de bersiva pirsên ROJNEWSê da.

Hevpeyvîna bi hevseroka PJAKê Peyman Viyan re wiha ye:

PJAK şerê di navbera Îran-Îsraîlê de tê kirin, çawa dinirxîne?

Niha rewşa şerê Îran û Îsraîl qonaxek nûye di Rojhilata Navîn de, di rastî de ger mirov nav lê bike, qonaxa ku li ser Hemas şerê Xeza û Îsraîlê di Rojhilata Navîn de şer nû gur bû û destpêkir. Şerê niha li ser Îranê û şerê di navbera Îran û Amerîka de nû rû dide, merheleyek nû ya şer a li ser Rojhilata Navîne, dizaynek nû ya li Rojhilata Navîn e. Di vê merheleyê de çima şerek wisa rû da? Em vê pêvajoyê çawa dixwînin?Dewleta Îranê yek ji wan hêzên bingehîn ya li Rojhilata Navîn e, yek jî pêwîstiya wê bi dîzaynê heye. Ev hêz çend salên dawî bi taybetî xwestin Îranê teslim bigrin. Di hemû aliyan de ambargo li ser Îranê danîn. Di heman demê de şerê ku li Rojhilata Navîn hat meşandin de, hemû baskên Îranê yên li Rojhilata Navîn hatin şikandin. Hedefa wan ew bû ku Îranê teslim bigrin û li gor siyaseta xwe di Rojhilata Navîn de dizaynek bi wî rengî bidin. Pêvajoya muzekereyan jî tenê pêvajoyek ya derbaskirinê bû. Ji bo wê jî dixwestin teslimiyeta ku li ser Îranê dihat ferzkirin çênebû. Hemleya ku niha rû daye, em vî şerî wisan dixwînin ku ev şer di Rojhilata Navîn de wê hîn gurtir û kurtir bibe. Ji ber ku ev şer hemû qedera Rojhilata Navîn diyar dike. Di vî şerî de hêzên hegemon hene, hêzên netew dewlet hene, şerê di navbera hêzên hegemon û hêzên netew-dewlet hene. Li aliyê din jî gel heye, gelê ku li ber xwe dide, gelê dixwaze sîstema xwe ya rêveber ava bike heye. Ji bona wê ev şer wek şerên berê di Ro