Heyeta Rojava bi Mesud Berzanî re civiya

Heyeta Rojavayê Kurdistanê ku ji Mazlum Ebdî, Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn pêk tê li gel Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî civiya.

1 deqe xwendin
Heyeta Rojava bi Mesud Berzanî re civiya

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlum Ebdî, endama Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn û Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li Pîrmamê li gel Serokê Giştî yê PDKê Mesûd Barzanî civiyan.

Di civînê de li ser peymana Rêveberiya Xweser-HSDê û Hikûmeta Demkî ya Şamê de nirxandin û axaftin hatin kirin rewşa Kurdistan û geşedanên li herêmê hatin nîqaşkirin.