Heyva Sora a Kurdistanê: 175 hezar kesî koçî Kantona Cizîrê kir

Heyva Sora a Kurdistanê diyar kir ku di encama êrişên komên Hikumeta Demkî û Tirkiyeyê de heta niha 175 hezar kesî ji herêmên Tebqa û Reqayê koçî Kantona Cizîrê kirine. Rêxistinê diyar kir ku heta niha 114 barhilgir alikariyên ji derve hatîn li van welatiyan belav kiriye.

1 deqe xwendin
Heyva Sora a Kurdistanê: 175 hezar kesî koçî Kantona Cizîrê kir

Heyva Sor a Kurdistanê bi alîkariya sazî û dezgehên piştgiriyê hewil dide alîkariya malbatên koçber bûyî û xwedî pêwistî bike. Heyva Sor a Kurdistanê daxuyand ku di encama êrişên ji 6ê çile destpêkirî de heta niha 175 hezar kesî bi neçarî koçîr Kantona Firatê kiriye. Rêxistinê diyar kir ku piraniya van koçberan ji Heleb, Dêr Hafîr, Tebqa û Reqayê hatine. Li gorî daneyan di encama êrişan de gelek kesan jiyana xwe ji dest dane, hatine revandin û desteserkirin lê hêj hejmara van temamî nehatiye zelalkirin.

Koçber li saziyan hatin bicihkirin

Zêdeyî 175 hezar koçberên hatine Kantona Cizîrê bi destê Heyva Sor a Kurdistanê ve li dibistan, mizgeft, saziyên Rêveberiya Xweser û baxçeyên zarokan ên li bajarên Qamişlo, Hesekê, Dirbêsiyê, Amûdê, Girgê Legê, Rimêlan, Tirbespiyê, Çilaxa û Dêrikê hatin bicihkirin. Her wiha li gorî agahiyan beşek koçeberên ji Eyn Îsa, Reqa, Tebqa jî derbasî Kobanê bûn. Li gorî agahiyên Heyva Sor a Kurd, koçberên hatine Cizîrê li 257 navendan hatine bicihkirin.

Li hemû bajaran yekîne hatin avakirin

Heyva Sor a Kurdistanê destnîşan kir ku li hemû bajarên koçber hatinê yekîneyên alîkariyê ava kirine û demildest qeydên koçberan digirin, li cihên guncaw bi cih dikin û piştre pêwistiyên wan ên lezgîn bi cih tînin. Saziyê daxuyand ku alîkariyên heta niha ji Başûr, Bakûr û derveyî welat hatine ji hêla yekîneyên wan ve hatine belavkirin. Saziyê destnîşan kir ku ji bilî wan hind saziyên din ên xêrxwaziyê û Daîreya Kar û Barên Rêxistinan a Rêveberiya Xweser jî alîkarî belav kirine.