Hêza herî zindî û pak kurd in
Em ketin saleke nû, sala 2025an. Bêguman hatina her saleke nû, ji bo gelan bi xwe re hêviyên nû û daxwaza çareserkirina pirsgirêkên heyî tine.

Em ketin saleke nû, sala 2025an. Bêguman hatina her saleke nû, ji bo gelan bi xwe re hêviyên nû û daxwaza çareserkirina pirsgirêkên heyî tine. Ji qasî tê bîra mirovahiyê û vir ve li Rojhilata Navîn şer, pevçûn û pirsgirêk bi dawî nebûne. Dem bi dem kêm, dem bi dem zêde bibin jî, ji ber sedemên piralî yên erdnîgarî, aborî, siyasî, leşkerî û bi taybetî bîrdozî, ev der bûye qada şer û pevçûnan û îro hatiye ber devê deriyê çareseriya vê yekê. Di vê çarîka duyem a sedsalê ku em bi hatina 2025an dikevinê de gelên herêmê li çareseriya pirsgirêkên xwe digerin, ji ber ku ji şer û pevçûnên du hezar salan westiyane. Ji şerê makedon, yewnan û romiyan ê li dijî medî û persiyan, ji şerê xaçperestan ê li dijî îslamperestan, ji şerê osmaniyan ê li dijî aramiya gelan, ji şerê ewropiyan ê li dijî asiyayiyan û herî dawî ji şerê tirkan ê li dijî kurdan êdî ev ax westiya û bêmafiya li ser rûyê xwe nema dikare rake. Ji bo wê ji nav xwe hêzeke zindî derxist û niha dixwaze bi vê hêza zindî qedera herêmê bide


