Li Şengalê ‘senaryoya 2014an’ dûbare dibe!

Ev pêngava artêşa Iraqê ku ji aliyê çavkaniyên herêmî ve wekî ‘senaryoya 2014an’ tê binavkirin, di rastiyê de xetereyeke mezin a mirovî bi xwe re tîne. Ji bo civakeke ku baweriya xwe bi pergala ewlekariya navendî ya Iraqê winda kiriye, çek ne tenê amûreke şer e, lê garantiya jiyan û rûmetê ye.

1 deqe xwendin
 Li Şengalê ‘senaryoya 2014an’ dûbare dibe!

Li herêma Şengalê ku birînên fermanê hîn nû ne, pêvajoyeke gelekî metirsîdar dest pê kiriye ku bîranînên reş ên sala 2014an tîne bîra mirov. Di demeke ku şaneyên DAIŞê li herêmê careke din serî hildidin û gefên dewleta tirk bi rêya dîplomasiya zextê ya Hakan Fîdan li ser Bexdayê giran bûne, artêşa Iraqê li şûna parastina sînoran, berê xwe daye navenda Şengalê û gundewarên wê. Operasyona ku îro bi hinceta ‘ewlekariyê’ hatiye destpêkirin û armanc dike ku çekên parastinê ji destê welatiyên êzidî bigire, wekî parçeyek ji peymanên li pişt deriyên girtî tê nirxandin. Ev hewldana artêşê ku bi çêkirina noqteyên nû yên leşkerî li seranserê herêmê dest pê kir, nîşan dide ku stratejiyeke ji bo şikandina îradeya parastina cewherî ya civaka êzidî di dewrê de ye.

Ya ku fikarên gel zêdetir dike, wekheviya vê pêvajoyê û rûdanên beriya fermana 3yê Tebaxa 2014an e. Wê demê jî, beriya ku çeteyên DAIŞê êrişî Şengalê bikin, hêzên leşkerî yên li herêmê bi heman hincetan çekên parastinê ji destê gel girtibûn û di kêliya herî krîtîk de civaka êzidî rû bi rûyê qirkirinê hiştibûn. Îro jî, çavkaniyên ewlekariyê yên herêmî hişyariyê didin ku ev operasyona artêşê ya li hemû gund û komelgehan, Şengalê careke din dike hedefeke hêsan ji bo êrişên çeteyan û planên dagirkeriyê. Di bingeha vê operasyonê de ne tenê asayîşa navxweyî, lê zextên dewleta tirk hene ku dixwaze bi rêya lawazkirina parastina Şengalê, qada xwe ya bandorê li ser Iraqê berfireh bike û destkeftiyên êzidiyan ji holê rake.

Ev pêngava artêşa Iraqê ku ji aliyê çavkaniyên herêmî ve wekî ‘senaryoya 2014an’ tê binavkirin, di rastiyê de xetereyeke mezin a mirovî bi xwe re tîne. Ji bo civakeke ku baweriya xwe bi pergala ewlekariya navendî ya Iraqê winda kiriye, çek ne tenê amûreke şer e, lê garantiya jiyan û rûmetê ye. Bêparastin hiştina welatiyan di bin navê ‘operasyona komkirina çekan’ de, tê wateya vekirina deriyên fermaneke nû. Ev rewş nîşan dide ku her çend sal derbas bûbin jî, polîtîkayên li ser Şengalê hîn jî li ser bingeha berjewendiyên siyasî yên herêmî tên meşandin û parastina canê civaka êzidî di van planan de cih nagire. Ji ber vê yekê, bertekên gel ên li hemberî vê bêçekkirinê, wekî berxwedaneke ji bo man û nemanê tê dîtin.